ENQERE – Ji bo rojnameger Seda Taşkin a piştî 360 rojan hat tahliyekirin ji aliyê Dadgeha Herêma Erziromê ve roja danişînê danê û dê doza wê ji nû ve bê dîtin.
Rojnameger Seda Taşkin a nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di 2017’an de hatibû binçavkirin. Piştî hat berdan di 23’ê çileya 2018’an de li Enqereyê di serdegirtina malê de hat girtin. Taşkin di 17’ê çileya 2019’an de jî hat tahliyekirin. Dadgeha Îstînafê ya Herêma Erziromê ku biryara cezakirina Taşkin betal kir ji bo ji nû ve bê darizandin roja danişînê 20’ê adara 2019’an diyar kir.
Parêzera Taşkin, Gulan Çagin Kalelî biryara Dadgeha Îstînafê nirxand û got miwekîla wê Taşkin ewil bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin û pişt re jî di angaştanameyê de veguheriye hem sûcê endamtiya rêxistinê û hem jî propaganda rêxistinê.
‘DELÎL HEMÛ BÊBINÎ NE’
Kalelî da zanîn ku di dosyeya miwekîla wê de delîlên teqez tune bûne û her carê delîlên bêbinî ango lihevanînê di dosyeyê de bicih kirine. Kalelî anî ziman di hemû astên dosyeya dozê de bêhiqûqî qewimîn û ev bêhiqûqî di asta hukmê de jî dewam kir û tevî hemû neheqiyan jî ceza li miwekîla wê birîn e. Kalelî destnîşan kir ku di biryara berdana miwekîla me de kêmasiya çawa tê darizandin û li dijî hiqûqê ye bi her awayê xwe li ber çavan e û viya baş hat nîşandan.
MA / Bêrîvan Altan