ÎZMÎR - Rêveberê Komeleya 78’an Temur Taşdemir, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan ku li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Di şexsê Leyla Guven de dîroka berxwedanê ji nûve tê nivîsandin. Ger ku civak li vê berxwedanê xwedî derkeve dê bi ser bikeve."
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye 82 li pey xwe hişt. Koma ewil ya girtiyên siyasî jî 44 roj li pey xwe hiştin. Li dervê welat jî çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin. Rêveberê Komeleya 78’an a Îzmirê Temur Taşdemîr ku dema girtî bû 60 rojan di rojiya mirinê de ma, bal kişand ser wateya çalakiya greva birçîbûnê û sekna civakê. Taşdemîr dema zanîngeh dixwend di sala 1981'an de li Enqereyê hat binçavkirin û 48 rojan di bin çavan de rastî îşkenceyê hat. Taşdemir, di 1984'an de rastî cezayê îdamê hat. Piştre dadgeha bilind cezayê wî vegerand muebeta giran. Di 1987'an de sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Nazillî kirin. Di 1992'an de hat berdan. Taşdemîr di 11 salên girtîgehê de li dijî gelek zext û tundiyê ket grevê. Di 1981’an de mehekê û di sala 1984’an de jî 58 rojan, di 1987’an dejî mehekê ket çalakiya greva birçîbûnê. Li Girtîgeha Nazillî jî piştî rastî êrîşan hat, li gel girtiyên din 60 rojan ket rojiya mirinê.
‘LEYLA GUVEN DÎROKA BERXWEDANÊ DINIVÎSE'
Taşdemîr, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got "Guven di çalakiyê de bi biryar e. Ji salên 78’an heta niha çalakiyên greva birçibûnê yen li girtigehan dişibin hev. Mazlum Dogan û agirê çaran bi berxwedanên xwe diroka berxwedana zindanê nivîsandin. Îro jî Leyla Guven dîroka berxwedanê li zindanê nivîsand û dinivîse.
‘DI KÊLIYA KU TÊ GOTIN HER TIŞT XELAS BÛ...'
Taşdemir, anî ziman ku girtî ji salên 1978'an û heta niha li zindanan berxwedanê bilind dikin û wiha got: "Zimdana Amedê ji aliyê tekoşîn û berxwedana şoreşger û welatparêziyê ve pir hêja û navdar e. Dema em li Mazlum Dogan, Îbrahim Kaypakkaya dinerin, em dibînin dîroka zindanan diroka berxwedanê ye. Em dibînin pêşengiyê ji berxwedanên dîrokî re dikin. Girtîgeha Amedê mînak e. Di kêliya ku tê gotin her tişt xelas bû, yek derdikeve û pêngavek nû ya berxwedanê dide destpekirin. Dîrokê ji nûve dinivîse. Rêhevala me Leyla Guven îro ji nûve berxwedanê li Dirokê dinivîse.
'DIVÊ TIRKIYE REXNEDANA XWE BIDE'
Taşdemîr, anî ziman ku tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û rûmeta mirovan dişkîne û wiha got: "Dive daxwaza Leyla Guven û girtiyên din bi lez bê qebûlkirin. Divê bi lez tecrid bi dawî bibe. Divê Tirkiye rexnedana vê yekê bide. Em bi rexnedanê dikarin vê pêvajoyê derbas bikin. Ji salên 80'ê heta niha berxwedana li zindanan rewa ye. Em rastiya 12'ê Îlonê dizanin. Divê êdî kes li hemberî van çalakiyan bêdeng, kerr û lal nemîne. Ger ku îro em dengê xwe bilind nekin sibê dereng e. Ger ku civak li çalakiyê xwedî derkeve serkeftin nêzîk û teqez e. Ger ku civak rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike çalakger tê bêtir hêz û moral bistîne. "
'GER KU GAV NEYÊN AVÊTIN DÊ WEKÎ SALÊN 80 Û 90’AN GIRTÎ CAN BIDIN'
Taşdemîr, bang li hikûmet û rayedaran jî kir û xwest bêyî girtî yiyana xwe ji dest bidin gavan bavêjin. Taşdemîr, da zanîn ku ger hikûmet gavan navêje, dê ji girtîgehan cenaze derkevin û xwest bi lez û bez hikûmet gavan bavêje û wiha got: "Hemû Tirkiye di bin tecridê de ye. Ji ber vê yekê divê hemû beşên civakê jî gavan bavêjin. Divê hemû gelê Tirkiye hestiyar tev bigerin. Îtîfaqa AKP û MHP'ê pêşeroja Tirkiye tarî dike. Divê em li hemberî daxwazên Leyla Guven bêdeng nemînin û bêtir dengê xwe tev li dengê wê bikin. Divê demek berî demekê daxwazên Guven qebûl bikin."
MA / Ruken Demîr