* Rêveberê Komeleya 78’an Temur Taşdemir, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên li girtîgehan ku li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê û wiha got: "Di şexsê Leyla Guven de dîroka berxwedanê ji nûve tê nivîsandin. Ger ku civak li vê berxwedanê xwedî derkeve dê bi ser bikeve."
* Prof. Dr. Sungur Savran, krîza aborî ya li Tirkiye şiband serdema salên 1929'an a "Buhrana Mezin" û wiha got: "Îktîdara niha, li şûna rê li pêş krîzê bigire her dem taloq dike. Piştî hilbijartinê dê kedxwariya karker û kedkaran zêdetir bibe. Dê êrîşî kedê bikin. Karker dê bi girseyî ji kar bên avêtin."
* Namzeta Hevşariya Sûrê ya HDP’ê Filiz Buluttekin, diyar kir ku dê li navçeya Sûrê li diji polîtikayên bişaftinê ji nûve vîna gelan ava bikin.
* Serap Dogan ku di 22'ê Çile de ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hat berdan, bi armanca balê bikişîne ser şertên xerab ên girtîgehê dê li gel parezer û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Înîsiyatifa Piştevaniya bi Zindanan re ya Marmarayê, dê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi armanca balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Danişîna doza Rojnameger Erol Onderoglu, nivîskar Ahmet Nesîn, Seroka Giştî ya TÎHV'e Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci yên tev li Nobeta Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gündemê bûn û doz li wan hat vekirin dê li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê der barê lêpirsîna li 32 endamên wan hatiye vekirin dê li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
* Danişîna doza akademîsyen Esra Mungan, Meral Camci, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy yên gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê dê li Qers buroyên hilbijartinê veke, li Wan û Colemêrgê jî gel bi girseyî ziyaret bikin. (12.00- 14.00)
* Platforma Jinan a Dicle Amedê, dê têkildarî zagona efoya zarokan li pêş ACZ Plaza daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)