STENBOL - Li navçeyên Sultangazî, Sancaktepe û Esenyurtê yên Stenbolê bi sedan kesên tev li civinên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn, meşiyan û tecrîd şermezar kirin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çiçek, di civînê de diyar kir ku îro roja ku ew hebûna xwe nîşan bidin e.
Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi armanca tecrîda Îmraliyê şermezar bikin, li avahiyên HDP'ê yên navçeyên Sancaktepe, Sultangazi û Esenyurtê yên stenbolê civînên gel pêk anîn. Li avahiya HDP'ê ya Sultangaziyê bi sedan kes tev li civînê bûn. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mansur Işik, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek û gelek endam û rêveberên HDP'ê tevli civînê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengiz Çiçek di civinê de axivî û li ser tecridê rawestiya. Çîçek, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 81 rojin û girtiyên siyasî 40 roj derbas kirin ku di greva birçîbûnê de ne û wiha got: "Dema mijar dibe Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hişmendiya îktîdarê dibin îtîfaq. Lê dîsa dema mijar dibe birêz Ocalan gelê kurd jî li dora Brêz Ocalan dibin xelek. Îro gelê me ev yek îspat kiriye. Armanca hişmendiya serdest ewe ku di şexsê Birêz Ocalan de hemû hêz û dînamîkên têkoşîna me perçe bike û belav bike. Têkoşîna Leyla Guven û rêhevalên wê li dijî vê hewldana perçekirin û tinekirinê ye. Qêrîn û nefesa li dijî vê înkarê ye."
BANGA MÎTÎNGA 3'Ê SIBATÊ KIR
Çîçek, bal kişand ser girîngiya Mîtînga 3'ê Sibatê jî û wiha got: "Mîtînga li Qada Bakirkoyê ya 3'ê Sibatê li dijî tecrîdê roja berxwedanê ye. Mîtînga Stenbolê ya 3'ê Sibatê dê bibe sazkirina azadî, demokrasî edalet û aştiyê. Divê berî her tiştî kurd û dostên kurdan hemû li dijî tecrîdê tev li vê mîtîngê bibin. Em bang li hemû heval, rêheval, û dostên wan dikin ku bi dengekî hîn bilintir daxwazên xwe di vê mîtîngê de biqîrin. Em HDPî xwediyê welateki şoreşger û sosyalîst ên rasteqîn in. Divê dîrkê iro em binivîsin."
Piştî axaftinê koma li avahiya HDP'ê ya Sultangazî kom bûn, heta qereqola berê meşiyan. Komê di meşê de belavok li esnaf û welatiyan belav kirin û xwestin her kes tev li mîtînga 3'ê Sibatê bibin. Komê di meşê de dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye", ""Bijî berxwadan zindane" berz kirin.
'TECRÎD LI SER GELAN TÊ MEŞANDIN'
Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Esenyurtê jî civîna gel pêk anî. Di civîna gel a Esenyurtê de Parlamenterên HDP'ê Tuma Çelik, Şevin Coşkun û gelek welatî amade bûn. Welatiyên li ber avahiya HDP'ê kom bûn, heta Qada Esenyurtê meşiyan. Koma ku rastî astengiya polîsan hatin dirûşmeyên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz û astengiya polîsan şermezar kirin. Welatiyên ku astengiya polîsan nas nekirin heta qadê meşiyan. Li qadê Hevseroka HDP'ê ya Esenyurtê Fethiye Kizmaz daxuyanî da û xwest tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Tecrîda niha li ser birêz Ocalan tê meşandin, li ser hemû gelên Tirkiye tê mişandin. Li dijî gelê Tirkiye ye. Tercîda mudlak a li ÎMraliyê li ser gelû gelan belav bûye."
LI SANCAKTEPE JÎ CIVÎN PÊK ANÎN
Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi armanca tecrîda Îmraliyê şermezar bikin, li avahiya HDP'ê ya Sancaktepe jî civîn pêk anîn. Di civînê de wekîlên HDP'ê Ali Kenanoglu, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengül Demir, Hevserokê DBP'ê yê Stenbolê Ali Rıza Bilgili û gelek welatiyên din amade bûn. Demîr, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û berxwedana Leyla Guven.
Koma ku li avahiya HDP'ê kom bûn, piştî civînê meşiyan û belavokên mîtînga 3'ê Sibatê belav kirin. Kom heta Qada Sancaktepe meşiyan. Polisan li vir pêşiya komê qut kir û destûr nedan belavokan belav bikin. Welatiyên di belavkirina belavokan de israr kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Gelek kes hatin binçavkirin.