ENQERE - YSK'ê ji bo cihê partiyan di pusulaya hilbijartina rêveberiyên herêmî de diyar bike pişt avêt. Li gorî vê yekê cihê HDP'ê di rêza 12'emîn de ye. Ji dawî de jî di rêza 2'emîn de ye.
Hilbijartina rêveberiyen Herêmî wê di 31'ê Adarê de pêk bên. Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ji bo cihê partiyan ên di pûsulayê de diyar bike, pişika partiyan avêt. Li gorî vê yekê CHP di rêza 7, AKP di rêza 8, MHP di rêza 10, ÎYÎ Partî di rêza 11 û HDP jî di rêza 12'emîn de cih digire.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven têkildarî hilbijartinê axivî û got: "Li gorî heta îro hêjmara welatiyên hilbijêr 57 milyon û 78 hezar û 461 kes in. Hêjmara sindoqan 194 hezar û 715 sindoq in.
Rêza partiyan a di pûsûlaya hilbijartinê de wiha ye:
Saadet Partisi - Rêza 1'emin
BTP - Rêza 2'yemîn
TKP - Rêza 3'yemîn
Partiya Vatan - Rêza 4'emîn
BBP - Rêza 5'emîn
Partiya Hur Dava- Rêza 6'emîn
CHP - Rêza 7'emîn
AKP - Rêza 8'emîn
DP - Rêza 9'emîn
MHP - Rêza 10'emîn
Partiya ÎYÎ Parti - Rêza 11'emîn
HDP - Rêza 12'yemîn
DSP - Rêza 13'emîn