AMED – HDP'ê têkildarî ziyaretên Leyla Guven a piştî hat berdan çalakiya xwe di roja 81'an de li malê berdewam dike, diyar kir ku ji bo şertên tendurîstî û paqijiyê ziyaretên ji bo Leyla Guven dê li avahiya KCD'ê ya Dîcle Kent a Amedê pêk bê.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 81 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveger de ye, piştî di 25'ê Çile de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat berdan li mala xwe ya Rezan, çalakiya xwe berdewam dike. Guven 81 rojin di grevê de ye. Komîsyona Rêxistinbûnê ya Navendî ya HDP'ê der barê ziyareta ji bo Guven daxuyanî da û diyar kir ku dê ziyaret li avahiya KCD'ê pêk bên.
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye: “Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 81 rojin di grevê de ye. Ziyaretên wê yên piştevaniyê ji ber şertên paqijî û tenuduristiyê li ber çavan tê girtin, dê ziyaret li şûna malê li avahiya KCD'ê bên qebûlkirin. Em bi girîngî rica dikin ku Endamên Meclisa Partiyê, Lijneya Rêveberiya Navendi, parlamenter, endam, jin, ciwan û rêveberiyên me yên bajar û navçeyan bi hesasiyetek mezin nêzîkî vê yekê bibin."