Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li girtîgehan û wiha got: "Girtiyan bi armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe dest bi grevê kirine. Daxwazên wan pir zelal in. Em bang li rayedaran dikin. Ji bo greva birçîbûnê nebe sedema mirinê û ji bo em hevalên xwe winda nekin, em bang li îktîdarê dikin. Daxwaz pir zelal in. Tecrîdê bi dawî bikin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli; têkildarî geşedanên siyasî, xebatên hilbijartinê, çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Temelî, beriya civîna Endamên Meclîsa HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê.  Temellî bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi rengekî nehiqûqî hate girtin û bi berdanê re beşek ji rewşa nehiqûqî ji holê hate rakirin, lê hêj jî bi dehan wekîl û siyasetmedarên hilbijartî li girtîgehê ne û wiha got: "Hîn jî parlamenterên me yên girtî hene û ez dixwazim vê rewşa ku hiqûqê nas nake teşhîr bikim. Me Leyla Guven a 81 rojin di greva birçîbûnê de ye, li malê ziyaret kir. Silavên xwe li civakê û gelê me heye. Diyar kir ku wê greva birçîbûnê bi biryardarî bidomîne. Yên ku hewl didin berdana wê û greva birçîbûnê bi hev ve girê bidin, xwe şaş dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiyeke ku li dijî tecrîdê ye. Hem Leyal Guven hem jî zêdeyî 230 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne û nêzî 1000 hevalên me yên bi rengekî bêdawî-bidorveger di greva birçîbûnê de ne, dixwazin tecrîd bi dawî bibe."
 
'20 SALIN TECRÎD DIDOME' 
 
Temellî bi bîr xist, tecrîd hîn jî didome û heta bidome xuya ye wê grevên birçîbûnê zêde bibin û wiha axivî: "Grevên birçîbûnê heta bidawîbûna tecrîdê wê bidome. Ji bo greva birçîbûnê rê li ber mirina mirovan veneke û hevalên me jiyana xwe ji dest nedin, em bang li desthilatdariyê dikin. Daxwaz vekirî ye. Tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîda ku 20 sal in didome, ne ya qebûlkirinê ye. Tecrîda ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin, binpêkirina mafên mirovan a giran e. Malbat, parêzer nikarin bibînin. Daxwaza Leyla Guven eşkere ye. Bi hevdîtineke 2,5 salan carekê, hikumet dixwaze civakê bixapîne. Ev yek nayê wê wateyê ku hevdîtinên malbatê pêk tên. Hevdîtina malbatê têrê nake. Divê Birêz Ocalan jî karibe ji mafên hikumxwaran sûdê werbigire ku mafê wî yê herî xwezayî ye."
 
'TECRÎD TIRKIYE DIXETIMÎNE' 
 
Temellî diyar kir, tecrîd bûye sîstemeke, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha lê zêde kir: "Tecrîdkirina Tirkiyeyê di mijara aştî û mafên mirovan de rêya Tirkiyeyê dixitimîne. Divê bê dîtin ku ev yek li Rojhilata Navîn rê li ber kîjan encaman vedike. Pêwîste hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê dengê Leyla Guven ê li dijî tecrîdê bilind bikin. Eger tecrîd bi dawî nebe, ev welat wê bikeve nava rewşeke xerabtir ku ji şert û mercên heyî girantir be."
 
BIRYARA MPKE GIRÎNG E
 
Temelî, bal kişand ser biryara Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropa (MPKE) ya der barê tercid û demokratîkbûna Tirkiye de û wiha got: “MPKE'ê der barê rewşa Tirkiye de biryar da. Biryarek girîn bû. Hem têkildarî tecrîdê û hem jî têkildarî bê hiqûqî û dijdemokratîkbûna Tirkiye de biryarek girîng bû. Ev biryar nîşan dide ku dewşa hiqûq, demokrasî û mafên mirovan di çi astê de ye. Ger ku îro li Tirkiye binpêkirina mafan hebe ji bo her kesî heye. Ev ji bo me pirsgirêkek mezin e. Bingeha demokrasiyê meclîs e. Hûn nikarin bêjin ez biryara PMKE'ê ya der barê Demirtaş de nas nakim. Hûn nikarin bêjin biryara CPT ya der barê Îmraliyê de nas nakim. 
 
MUTABAQATA EDENEYÊ
 
Temellî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojhilata Navîn rexne kir û got, "Bala xwe bidinê; yên ku Rojhilata Navîn wêran kirine, dema ku tengav dibin li formuleke nû digerin. Di asta herî bilind de bêpîvan in. Tiştekî bi navê Mutabaqata Edeneyê careke din datînin ber me. Bi vê yekê re hewl didin tengaviya xwe li gelên Tirkiyeyê, li gelê Kurd ferz bikin. Rêya wan ne rê ye, ev yek hilweşîneke mezin e. Ne bi Mutabaqata Edeneyê, rê êdî bi aştiyê vedibe."
 
Temelî, herî dawî destnîşan kir ku têkoşîna wan li dijî şer, tecrîd û binpêkirina mafan e û wiha bi dawî kir: "Têkoşîna me ya demokrasî û aştiyê li dijî tecrîdê û şer e. Li dijî pergala heyî ye." 
 
 

Sernavên din

28/01/2019
15:00 Li 32 endamên KESKê yên OHAL şermezar kirin doz vebû
14:59 Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg koça dawî kir
14:45 HDP’ê li Wan û Colemêrgê xebatên hilbijartinê birêve bir
14:06 ÎRA- Girtina ofîsa Televziyona NRT û peyamnêrên wê bincilkirina rastiyê ye
14:01 Li Bedlîsê qedexeya derve hat îlankirin
13:51 Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn
12:56 Yekemîn buroya hilbijartinê ya HDP’ê li Qersê hat vekirin
12:11 Rêxistina Zar: Girtina ofîsa NRT'ê siyaseta kuştina azadiya ramanê ye
12:07 Cebar Yawer: TSK'ê di navbera 2015-2018'an de 823 caran Herêma Kurdistanê bombe kir
11:42 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mîmkara dîsa hat binçavkirin
11:26 HDP dê li Stenbol û Enqere namzetan nîşan nede
10:51 Doza rojnameger Taşkin dê li dadgeha îstînafê ji nû ve bê dîtin
10:01 Ozsoy: Heke peymanek pêk were jî divê li Îmraliyê pêk were
09:02 Fîlîz Buluttekin: Em dê li Sûrê ji nûve vîna gelan ava bikin
09:02 Prof. Dr. Savran: Piştî hilbijartinê dê kedxwarî zêdetir bibe
09:01 ‘Ger ku civak li çalakiyan xwedî derkeve dê bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven ket roja 82'yemîn
27/01/2019
22:06 Asayişa Duhokê li Dihok û Şêladizê bi dehan kes binçav kir
21:07 Ciwanên HDP'ê, pankarta mezin a wêneyê Leyla Guven bi pira Ofisê ve daliqondin
20:21 Şêniyên Tebqayê ji bo piştevaniya daxwaza Guven ketin grevê
19:59 Gelê Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî tecridê meşiyan
19:39 3 navçeyên Stenbolê tecrîd şermezar kirin: Roj, roja me ye
18:55 Leyla Guven: Zindan dê tecrîdê bişkînin
16:52 Îtîraza hevserokê HDP’ê ya qeyda wî cemidandin qebûlkirin, lê ya hevjîna wî nekirin
16:00 HDP, di rêza 12'emîn a pusulayê de ye
15:50 HDP: Ziyaretên ji bo Leyla Guven dê li KCD'ê bên qebûlkirin
15:14 2 kesên di raperîna Şêladizê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin
14:40 Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin
14:18 10 girtyên di grevê de avêtin odeyek biçûk
13:46 KNK: Dijî bombardumanan dengê xwe bilind bikin
12:14 Namzetên HDP'ê yên Silopî: Projeyên me dê bi erêkirina gel pêk bên
12:01 Ji girtiyên Tarsûsê banga hestiyariyê
11:17 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Gebzeyê avakirina xwe îlan kir
10:48 Mutabakata Edene tê niqaşkirin: Putîn ji Erdogan re got ‘Ji sûriye derkeve'
09:58 Mîrza: Ev yek binpêkirina axa Iraqê ye
09:47 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 430 îmze derbas kir
09:39 Berxwedana Leyla Guven ket roja 81'yemîn
09:08 Dozger 22 sal ceza ji rojnamevan Akdenîz xwest
09:08 ‘Ewil em ê deriyên şaredariyan ji bo gel vekin'
09:04 ‘Wê DMME di doza Sayilgan de Tirkiyeyê mehkûm bike'
09:02 Tevgera Goran xwest Tirkiye hêzên xwe ji Başûr derxin
09:02 Namzetên Geverê: Em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:21 Ciwanên HDP’ê li dijî tercrîdê bi şamalan meşiyan
26/01/2019
21:16 Rojnamevanên bûyerên li Şêladizê dişopandin hatin binçavkirin
18:55 Temellî çû serdana Leyla Guven
16:49 Siwêregiyan namzetên xwe pêşwazî kirin
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'