ŞIRNEX - Namzetên Hevşaredariya Sîlopî ya Şirnexê Adalet Fidan û Suleyman Şavluk, diyar kirin ku hilbijartina 31'ê Adarê wekî referanduma hiqûq û demokrasiyê dibînin û wiha gotin: "Em dê hemû hatin û lêçûna şaredariyê bi gel re parve bikin. Em dê hemû projeyên xwe bi gel re parve bikin. Em dê hemû projeyên xwe bi destûra gel têxin meriyetê.
Ji hilbijartina 31'ê Adarê re 64 roj man. Piştî HDP'ê piraniya namzetên xwe yên hevşaredariyan diyar kir, edî dest bi xebatan dikin. Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê jî Suleyman Şavluk û Adalet Fidan ji bo hevşaredariya Sîlopiyê hatin bijartin. Namzetên HDP'ê Şavluk û Fidan teqez dikin ku we dê dîsa bên hilbijartin û xizmeta gel bikin.
FÎDAN: EM DÊ JIN Û CIWANAN TEV LI BIRYARAN BIKIN
Namzeta Hevşaredariya Sîlopiyê Adalet Fidan ku demke dirêj e di nava siyasetê de ye, diyar kir ku hêza herî çalak jin û ciwan di nava gelek pirsgirêkan de dijîn û wiha got: "Navendên jin û ciwanan ji aliyê qeyûm ve hatin girtin. Xebatên jin û ciwanan hatin rawestandin. Projeyên me yên herî mezin û sereke wê der barê jin û ciwanan de bin. Em dê ji bo jin û ciwanan navendên çandê vekin. Em dê navenda jinê vekin û li vir pirsgirêkên jinê niqaş bikin. Dîsa proje û pêşniyarên wan binirxînin. Em dê saziyên debarê ava bikin. Ji bo jinan em dê qadên kar û testsîlê ava bikin. Em dema xizmetekê ji bo jin û ciwanan bikin em dê jin û ciwanan tev li biryarê bikin. Hatin û lêçûna me ya şaredariyê dê ji gel re vekirî be. Hemû hesap û kîtabên me dê aşkere bin. Ji ber ku bajarê Sîlopiyê havînan pir germ e, em dê park û baxçeyan zêde bikin. Em dê li ser bajarekî bi plan û paqij xebatê pêş bixin. Hemû xebatên me dê zelal û ji gel re vekirî bin. Hemû xizmet û xebatên me dê ji gel re vekiri bin û em dê gel tev li biryaran bikin. Em dê her meh gel der barê hatin, lêçûn û projeyan de agahdar bikin."
Fidan, herî dawî destnîşan kir ku ji bo rê li pêş tiryak û fihûşê ya ciwanan bigirin dê li ser projeyan xebatê bimeşînin.
EM Ê HEMÛ PROJEYÊN XWE BI GEL RE PARVE BIKIN
Namzetê Hevşaredariyê Şavluk, diyar kir ku piştî qeyûm tayîni navçeyê hat kirin vîna gel hat tepisandin û wiha got: "Dorpêç û tayînkirina qeyûmê re zextên li ser bajar zêde bûn. Hewldana demorasîyê asteng kirin. Ev dê bibe referanduma hiqûq û demokrasiyê. Ji ber ku piştî qeyûman hiqûq û demokrasî ket bin piyan. Gel dê biçe ser sindoqan û denmokrasiyê ji nûve zindî bike. Em dê bi gelê xwe re ji nûve bajarê xwe geş bikin. Em dê hemû projeyên xwe bi gel re parve bikin. Hemû projeyên me dê bi destûra gel têkevin meriyetê. Piştî em bên hilbijartin, em dê têkiliya navbera gel û şaredariyê xurt bikin. Bêyî vîna gel dê tu tişt neyê kirin. Projeyên ku gel qebûl neke em naxin meriyetê. Em dê civînên meclîsê bi tevlêbûna gel pêk bînin. Em dê her tiştî ji gel bipirsin û pêk bînin. Em dê rêxistinên demokratîk û sivil jî tev li biryaran bikin."