‘Ewil em ê deriyên şaredariyan ji bo gel vekin'

  • rojane
  • 09:08 27 Çile 2019
  • |
img
WAN - Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci, diyar kirin ku ew ê şaredariyên bajêr hemûyan bi dest bixin û ew ê dawî li polîtîkaya qeyûman bînin. Namzetan diyar kir ku ew ê ewil avahiyên şaredariyên yên veguherîne qereqolan ji bo gel vebikin. 
 
Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), namzetên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê diyar kirin. Namzetên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci ne. Herdu namzetan destnîşan kirin ku ew ê şaredariyên li bajêr hemûyan bi dest bixin. 
 
'QEYÛMAN XWEST BÎRA CIVAKÊ TUNE BIKIN' 
 
Bedîa Ozgokçe Ertan, destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo wan pir girîng e û tayînkirina qeyûman bi bîr xist. Ozgokçe got: "Feraseta rêveberiya herêmî xwe dispêre ferseta rêveberiya gel. Di dîroka komarê de u hikûmet wekî me nêzî rêveberiyên herêmî nebûne. Çimkî derd û xema wan cuda ye. 90 sal in ew bi feraseta asîmlasiyonê tev digerin. Tayînkirina qeyûman jî ev feraset bi xwe ye. Bi polîtîkayeke ku gelê kurd nayê hesibandin qeyûm hatin tayînkirin. Ji ber vê vîna me hatiye xespkirin. Ji me re hat gotin 'mafê we yê hilbijartinê tune ye.' Gelê kurd jî vê yekê dibîne û li gor wê tev digere. Hemû hêrs û kîna gel li dijî qeyûman e. Qeyûman ewilî berê xwe dan bîra civakiyî. Tabeleyan bi kurdî daxistin, navendên çandê girtin, navên parkan guherandin. Peykerê Ehmedê Xanî şikandin. Xwestin navendên me yên bîr/hafizeyê tune bikin. Polîtîkaya qeyûman ev e û ji roja hatine hemû pereyên aîdî geş tarûmar kirine." 
 
'TAYÎNKIRINA QEYÛMAN HEQARET E' 
 
Ozgokçe, diyar kir ku piştî ew bên hilbijartinê wê karê wan ê ewil texrîbata li şaredariyê rû daye ji gel re vebêjin û got: "Herkesî bi KHK'yan îxrac kirin an jî ji kar avêtin. Tenê ne avêtina ji kar, bi navê xizmetê tu tişt jî nekirine. Gel baş hay ji vê yekê heye ûd ibîne. Ji bo karekî biçûçik an jî rêyekê gelek caran îhaleyan çêdikin û pêşkesî alîgirên xwe dikin. Jixwe ev yek di raporê Dîwana Muhasebatê de derketin holê bê çi nelirêtî hatine kirin. Em dizanin qeyûman xizmeta vî gelî nekiriye. Gel kêmxistin e, tune hesibandine. Hevşaredarê Şaredariya Mezin ê Wanê Bekir Kaya ji ber rê çêkir hat girtinç Xizmetên Kaya 'Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de' hatin nirxandin. Tiştekî wis ane mumkun e. Rêveberên me yên ji aliyê gel hatin hilbijartin xesp kirin. Polîtîkaya qeyûman ji bo me, ji bo gelê kurd birîneke mezin e. Heqareteke mezin e." 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Ozgokçe, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li bajêr her 14 şaredariyan jî bi dest bixin. Ozgokçe, bilêv kir ku ev hilbijartin ji bo gel wekî hilbijartina rovanşê ye û bi hêviyeke mezin li benda roja hiilbijartinê ye. Ozgokçe, destnîşan kir ku ew bawer dikin ku ew ê di vê hilbijartinê de bi ser biekvin û ev yek di heman katê de wekî referandûmê ye. Ozgokçe, destnîşan kir ku wê HDP di vê hilbijartinê de bi ser bikeve û got: "Perspektîfa me perspektîfeke demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê û wekheviyê ye. Ev wekî gotin tenê di tuzuka me de cih nagirin, her diçe pêk tên û pratîka wan çêdibe. Niha pergala hevserokatiyê li tevahiya cîhanê balê dikişîne. Ev model ji aliyê HDP'ê vê bûye malê cîhanê." Ozgokçe, diyar kir ku ew ê rê nedin feraseta ku rê li ber detskeftiyên jinan digire û ew ê ji cihê mayî dewam bikin. 
 
'KARÊ ME YÊ EWIL; EM Ê ŞAREDARIYÊ JI GEL RE VEBIIKIN' 
 
Namzet Mûstafa Avci jî, destnîşan kir ku feraeta qeyûman berhema îktîdarê ye û polîtîkayeke li dijî kurda ye. Avci, bilêv kir ku ew ê li dijî vê ferasetê bitêkoşin  û ew ê di 31'ê Adarê de şaredariyan radestî gel bikin. Avci got: "Serketin bi tenê têr nake, em ê ava jî bikin. Pratîka me heye. Ev çend sal e di rêveberiya herêmî de em xwedî tecrûbe ne. Ev tecrûbe hêzê didin me. Ji berê heta niha kedeke komunal li holê heye. Em ê vê yekê dewr bigirin û çi kêmasî hebin temam bikin. Beriya her tiştî em ê avahiyên şaredariyê yên hatine xespkirin û veguherîne qereqolan veguherînin. Em ê ji bo xizmetê ji gelê xwe re vebikin." 
 
Avci, diyar kir ku wexta ew şi navenda bajêr digerin ji sedî 80'yê bajêr bertekên erênî nîşan didine û got: "Gel bêriya şaredariyên xwe dike. Em  bibin bersiva vê bêrîkirinê. Projeya HDP'ê projeyeke civakiyî ye. Em tenê ne partiyeke siyasî ne û karê me tenê ne hilbijartin in. Projeya HDP'ê projeya pêşerojê ye û projeya hêviyê ye. Ê ku hay ji vê projeyê çêdibe li kuderê dibe bila bibe bi sempatî nêz dibe. Em ê di vê pêvajoya hilbijartinê de hemû qirêjiyên qeyûman deşîfre bikin û wê hesab bibin. Em wan mehkûm bikin. Di vê pêvajoyê de heta ji destê me bê em ê bernameya HDP'ê ya cihê hêviyê ye pêk bînin û wê bi rêxistin bikin. Xema me tenê ne sindoq in. Helbet ev jî girîng e, lê me di 2014'an de şaredarî bi kîjan rêjeyê bi dest xistibe armanca me ya niha ew e ku em ji wê rêjêyê zêdetir deng bigirin. Astengî çi dibin bila bibin, em ê rêxistinbûyîna rûbirû esas bigirin û gund bi gund, tax bi tax bigerin û vê projeyê vebêjin." 
 
'EM Ê HERKESÎ DAXILÎ PÊVAJOYÊ BIKIN'
 
Her wiha Avci, bal kişand ser pergala hevserokatiyê jî û got: "Em ê hewl bidin ku kêmasiyên di vî warî de jî temam bikin. Em mecbûr in hin tiştan ji kirasê dirûşmeyan derxînin. Jixwe li holê ye ka bê feraseta şaredarîvaniya klasîk civak ber bi ku ve biriye. Ji bo şaredariyan em feraseteke me heye; ekolojî, demokrasî, wekhevî, azadî. Ev tişt di warê teoriyê de pir xweş in, lê ji berê heta niha keda hevalên me jî kedeke pir mezin e. Ligel her tiştî, ligel hemû tengasiyan jî hewl dan. Lê belê miheqeq hin xal hene divê meriv xwe rexne bike. Em ê di vî warî de xwe rexne bikin. Em wekî sazî behsa xwerexnekirinê dikin. Di vê çarçoveyê de em soz didin gelê xwe ku em ê kêmasiyên xwe temam bikin." Avci, diyar kir ku divê civak daxilî vê pêvajoyê bibe û got: "Eger mirov nikaribe civakê daxil bike nexwe mirov nikare behsa xwerêveberiyê jî bike. Ew çax wê tu ferqa ya heyî û ya klasîk ji hev tune be. Divê em bin vê yekê xêz bikin. Em ê tevî gel vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Eger em behsa xwerêveberiyê bikin nexwe divê gel jî daxilî pêvajoyê bibbe. Tenê ne beşdarbûyîna fikrî, beşdarbûyîneke di her warî de." 
 
Avci, destnîşan kir ku ew ê herkesî daxilî vê pêvajoyê bikin û ew ê bi ser bikevin. 
 
MA / Adnan Bilen – Mujdat Can 
 

Sernavên din

28/01/2019
15:00 Li 32 endamên KESKê yên OHAL şermezar kirin doz vebû
14:59 Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg koça dawî kir
14:45 HDP’ê li Wan û Colemêrgê xebatên hilbijartinê birêve bir
14:06 ÎRA- Girtina ofîsa Televziyona NRT û peyamnêrên wê bincilkirina rastiyê ye
14:01 Li Bedlîsê qedexeya derve hat îlankirin
13:51 Helbestên Mîkaêlê Reşîd bi latînî çap bûn
12:56 Yekemîn buroya hilbijartinê ya HDP’ê li Qersê hat vekirin
12:11 Rêxistina Zar: Girtina ofîsa NRT'ê siyaseta kuştina azadiya ramanê ye
12:07 Cebar Yawer: TSK'ê di navbera 2015-2018'an de 823 caran Herêma Kurdistanê bombe kir
11:42 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mîmkara dîsa hat binçavkirin
11:26 HDP dê li Stenbol û Enqere namzetan nîşan nede
10:51 Doza rojnameger Taşkin dê li dadgeha îstînafê ji nû ve bê dîtin
10:01 Ozsoy: Heke peymanek pêk were jî divê li Îmraliyê pêk were
09:02 Fîlîz Buluttekin: Em dê li Sûrê ji nûve vîna gelan ava bikin
09:02 Prof. Dr. Savran: Piştî hilbijartinê dê kedxwarî zêdetir bibe
09:01 ‘Ger ku civak li çalakiyan xwedî derkeve dê bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven ket roja 82'yemîn
27/01/2019
22:06 Asayişa Duhokê li Dihok û Şêladizê bi dehan kes binçav kir
21:07 Ciwanên HDP'ê, pankarta mezin a wêneyê Leyla Guven bi pira Ofisê ve daliqondin
20:21 Şêniyên Tebqayê ji bo piştevaniya daxwaza Guven ketin grevê
19:59 Gelê Qamişlo, Hesekê û Dêrikê li dijî tecridê meşiyan
19:39 3 navçeyên Stenbolê tecrîd şermezar kirin: Roj, roja me ye
18:55 Leyla Guven: Zindan dê tecrîdê bişkînin
16:52 Îtîraza hevserokê HDP’ê ya qeyda wî cemidandin qebûlkirin, lê ya hevjîna wî nekirin
16:00 HDP, di rêza 12'emîn a pusulayê de ye
15:50 HDP: Ziyaretên ji bo Leyla Guven dê li KCD'ê bên qebûlkirin
15:14 2 kesên di raperîna Şêladizê de jiyana xwe ji dest dan defin kirin
14:40 Temelli: Daxwaz pir zelal e, tecrîdê rakin
14:18 10 girtyên di grevê de avêtin odeyek biçûk
13:46 KNK: Dijî bombardumanan dengê xwe bilind bikin
12:14 Namzetên HDP'ê yên Silopî: Projeyên me dê bi erêkirina gel pêk bên
12:01 Ji girtiyên Tarsûsê banga hestiyariyê
11:17 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Gebzeyê avakirina xwe îlan kir
10:48 Mutabakata Edene tê niqaşkirin: Putîn ji Erdogan re got ‘Ji sûriye derkeve'
09:58 Mîrza: Ev yek binpêkirina axa Iraqê ye
09:47 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 430 îmze derbas kir
09:39 Berxwedana Leyla Guven ket roja 81'yemîn
09:08 Dozger 22 sal ceza ji rojnamevan Akdenîz xwest
09:08 ‘Ewil em ê deriyên şaredariyan ji bo gel vekin'
09:04 ‘Wê DMME di doza Sayilgan de Tirkiyeyê mehkûm bike'
09:02 Tevgera Goran xwest Tirkiye hêzên xwe ji Başûr derxin
09:02 Namzetên Geverê: Em ê tevî gel şaredariyê bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:21 Ciwanên HDP’ê li dijî tercrîdê bi şamalan meşiyan
26/01/2019
21:16 Rojnamevanên bûyerên li Şêladizê dişopandin hatin binçavkirin
18:55 Temellî çû serdana Leyla Guven
16:49 Siwêregiyan namzetên xwe pêşwazî kirin
16:26 Rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ didin girtiyên nexweş
16:18 Namzetên hevşaredariyên HDP’ê Peymana Bajêr parve kirin
16:05 Welatiyên Şeladize bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girtin
16:00 Xizmên windayan abûbeta windayan pirsîn
15:35 'Bila Ramazan Durmaz ê nexweşê giran bê berdan’
15:31 Bi sedan jin li Minbicê meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven
15:23 QSD`ê 1300 sivîlên din ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir
15:15 ‘Di hilbijartinê de dê têkoşîna mazluman bi ser bikeve’
15:10 800 zarok ligel dayika xwe girtî ne
14:44 Li dijî tecrîdê meşiyan Qada Azadiyê
14:20 Apê Nemir: Me mîrateyek gelek mezin hişt
13:46 'Wê qesr û qonaxên we sûcên mirovahiyê ronî nekin’
13:21 Hevberdevka HDK’ê Koçyigît: Qeyûm êrîşek li dijî tenduristiya gel e
12:38 Buldan: Em ê berxwedana çalakgeran mezin bikin
11:41 Turgay: Çalakiya Leyla dişibe çirûska Mazlum
11:39 Kaya: Li hundir û derve dê berxwedan bidome
11:02 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê binçav kir
10:25 Şêxê êla El-Birêc: Em dê pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
09:13 Parlementerê Norwecî Andresen: Grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne
09:13 Li Girtîgeha Kayseriyê hewadariyê qawîşan bi têlan hatin girtin
09:12 '9 mehan li erdê raketim'
09:11 'Li girtîgeha Kalkanderey kalorîferê pênaxin'
09:10 Hevjînên hev ên di greva birçîbûnê de: Bila dawî li zilm û zoriyê bê
09:09 Li Girtîgeha Hatayê zext û zoriyên li ser girtiyan
09:09 'Daxwaza Guvenê daxwaza azadîxwaza ye'
09:08 ‘Dengê girtiyan em in'
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdê meşiyan
08:36 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 9 hezar û 200 îmze derbas kir
08:26 Berxwedana Leyla Guven ket roja 80'yemîn
25/01/2019
16:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin
16:15 Rêxistinên hiqûqê: Tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûn e
15:57 Baroya Amedê: Li 41 parêzeran doz hat vekirin
15:39 Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Rojnameger Îdris Sayilgan birî
15:01 Leyla Guven anîn mala wê
Buldan: Guven ji îro û şûnde dê çalakiya grevê li malê berdewam bike
13:51 Demîrtaş: Ez bi sedemên siyasi girtî me
13:21 Leyla Guven bi ambulansê ji girtîgehê derket
Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê bidome
12:32 Rêveberên HADEP'ê bibîr anîn: Ez hêj xeyal dikim ku tu bê
12:15 Li ber edliyeyê piştgirî dan Leyla Guven
11:58 Temellî: Emê tecrîdê bişkînin bajarên xwe bi xwe bi reve bibin
11:58 Li bendê ye Leyla Guven ji girtîgehê bê berdan
11:43 Rojnameger Dogan: Rewşa dayika Sîsê xerabtir dibe
11:20 Keyayên binçavkirî hatin berdan
10:07 Di danişîna kes beşdar nebû de Leyla Guven hat berdan
09:17 Ji ber got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:17 12 kesên ji Efrînê anîn Hatayê: Em bi îşkenceyê kirin endamên YPG’ê
09:16 Gunay: Gotina dawî ya berxwedêran e
09:15 Kurkçu: Divê CHP ji bo çalakiya Guven helwestekê nîşan bide
09:14 'Rosa ji bo jinan bû cihê hêvî û ronahiyê'
09:13 Di doza 19 kesên tên darizandin de 'delîl' tune ne!
09:13 Piştî mirina karkeran kargeh hat mohrkirin
09:12 'Çalakiya Guvenê berxwedana dijberî bêdengiya li hemberî tecrîdê ye'