AMED - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriye bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 81 rojin li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê de ye, li 4 navçeyên navendî yên Amedê meşa meşaleyi pêk anîn.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 81'an de berdewam dike. Çalakiyên li dijî tecrîd û bi armanca piştgiriya çalakiya Leyla Guven her ku diçe zêde dibin. Şevê din endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li 4 navçeyên navendî yên Amedê meşên bi şemal pêk anîn. Komên ciwanan ên HDP'ê li navçeyên Rezan, Sûr, Peyas û Yenişehirê kom bûn û li kolanan meşên bi şemalî pêk anîn. Ciwanên ku li kolanan meşiyan dirûşmeyên “Leyla Guven rûmetae me ye" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.