AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê çû serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî çû serdana Leyla Guven ku 80 roj in ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê ya nedomdar-nedorveger de ye.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî duh hatibû berdan, ragihandibû ku wê çalakiya xwe bidomîne.