ENQERE – Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş ku li dijî binpêkirina mafên girtiyên nexweş hatin gel hev û rapora “dikare di hepsê de bimîne” ya ATK’ê ji bo Sîsê Bîngol a 85 salî da rexne kirin.
Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafan a li girtîgehan li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Enqereyê di hefteya 230’yemîn de çalakiya xwe li dar xistin. Zarîfe Çamalan li ser navê Însiyatîfê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Sîsê Bîngol a 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin.
'DIVÊ ATK BI TENA SERÊ XWE BIRYAR NEDE’
Çamalan da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî mezin rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya ku daye Sîsê Bîngol û got: “Van roparên ji aliyê nexweşxaneyên dewlet û zanîngehê ve tên dayîn, ji aliyê ATK’ê ve nayên erêkirin û van raporan ji nû ve amade dikin û mixabin bi van raporan dibêjin ‘girtî dikare di hepsê de bimîn.’ Tê xuyakirin ku biryarên ji aliyê ATK’ê ve tên dayîn ne serbixwetir e. Divê ATK bi serê xwe ji bo girtiyên nexweş biryar nede. Divê têkildarî vê yekê bi lezgînî sererastkirinên yasayî bên kirin û rayedariyê bidin nexweşxaneyên din.”
‘RAPOR NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Çalaman bertek nîşanî rapora “di nava hewldana xwe xerab nîşan bide de ye û dikare li hepsê bimîne” ya ATK’ê ji bo Sîsê Bîngol a ji sedî 97 bedena wê bêfonksiyone da û got: “Ev rapor qet û qet nayê qebûlkirin. Di şexsê Sîsê Bîngol de divê şertên hemû girtiyên nexweş bên başkirin û muyaeneyên nexweşxaneyên ji bilî ATK’ê jî bi lezgînî û bêkêmasî bên kirin. Divê pêşniyarên saziyên hekîmiyê yên serbixwe û rêgezên etîkê li ber çavan bên girtin. Lazim e dermankirina girtiyên nexweş ên giran bê leztirkirin. Divê cezayê girtiyên nexweş ku nikarin li hepsê bimînin bên taloqkirin. Ji bo girtî jiyana xwe ji dest nedin divê saziyên pêwendîdar demildest tedbîran bigirin.”