RIHA – Siwêregiyan namzetên hevşaredariya HDP’ê bi coş pêşwazî kirin. Namzetan diyar kir ku ew ê şaredariyê bi gel re birêve bibin û dê ew bi ser bikevin.
HDP xwe ji bo hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê de pêk were amade dike. Namzetên hevşaredariya HDP’ê ya Siwêregê Emîne Çetîner û Turan Tuysuz ji aliyê gel ve bi kelecan hatin pêşwazîkirin. Di têketina bajêr de namzet ji aliyê girseyek qelebalix ve hatin pêşwazîkirin û li navenda navçeyê bi wesayîtan geriyan. Namzetan gel silav kir. Piştî gera navçeyê namzet hatin ber avahiya HDP’ê û gel silav kirin. Namzetan li vir xîtabî gel kir û destnîşan kirin ku ew ê bi gelê Siwêregê re şaredariyê birêve bibin û dê teqez bi ser bikevin.