STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” a di hefteya 357’emîn de hat xwestin Ramazan Durmaz ê nikare pêdiviyê xwe bicih bîne bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûnitşina F” a di hefteya 357’emîn de li dar bixin. Polîsan carek din qadê li çalakiyê qedexe kir. Li ser vê yekê parêzvanê mafên mirova li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe li dar xist û pankartên “Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyîn” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û wêneyên girtiyan hildan. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Durmaz.
'REWŞ BER BI XETERIYÊ VE DIÇE’
Endama Komîsyona Girtîgehan Hatîce Onaran bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja 80’emîn de ye û li gelek girtîgehan bi heman daxwazê çalakî didomin û girtiyên di greve de ne rastî lêpirsîn û neheqiyan tên. Onaran got ev yek jî xeternakiyê bi xwe re tîne.
'MÊJIYÊ WÎ XUYA DIKE’
Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Durman û got: “Di sala 2009’an de dema li Zanîngeha Dîcleyê dixwend polîsan fişeka gazê li serê wî xist û bi giranî birîndar bû. Serê wî ji hev belav kirin. Mêjiyê wî xuya dike. Piştî emeliyatek hêj dermankirina wî didomiya lê di çileya 2010’an de ew girtin û birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Aliyê rastê yê Durman felç ma. Tevî hemû nexweşîn û birîndariya Durmaz jî hêj wî emeliyat nekirine û bernadin.”
LI 8 GIRTÎGEHAN GERANDIN
Onaran anî ziman ku Durmaz piştî girtîgeha Amedê li girtîgehên Riha, Semsûr, Dîlok, Osmaniye Tekîrdagh, Sîlîvrî û Metrîsê wî gerandin û niha li Metrîsê tê ragirtin û got: “Ramazan Durmaz bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Divê Durmaz demildest bê berdan.”
Çalakî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.