MINBIC - Bi pêşengtiya Meclisa Jinê ya Minbicê, bi sedan jin meşiyan û piştgirî dan berxwedana Leyla Guven a 80 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya grevê de ye.
Bi sedan endam û rêveberên Meclisa Jinan a Minbicê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 80 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, meşiyan. Jin ji Nexweşxaneya Firatê dest bi meşê kirin û heta Bajêr meşiyan. Ji ber hêjmar pir zêde bû, meş vegeriya mîtîngê. Jinan di meşê de wêneyên Leyla Guven, alên Meclisa Jin, Yekîtiya Jinên Ciwan, Malbatên Şehîdan û pankertên "Bi berxwedana Leyla Guven em ê dîwarên zindanan hilweşînin, dest bi dest li dijî terorê" hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgiritin, li ser navê Meclisa Jin Nadiya Milhim, li ser navê Rêveberiya Sivîl Demokratîk li Minbic û Gundewarên wê Şehreban Derwîş, bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan Esma Mihemed, axivîn. Jinan di axavtinê de berxwedaniya Leyla Guven û çalakiya wê silava kirin û piştgirî anîn ziman. Jinan gotin; "Wê çalakiya ji bo grevên birçîbûnê bidomin. Leyla rûmeta me ye."
Meş bi dirûşmeyên" Bijî berxwedana Leyla Guven, Bijî Jina Azad" bi dawî bû.