NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên QSD`ê li herêmên El-Meraşde û Baxoza Jorîn piştî ku herêmên ewle vekirin, hezar û 300 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, rizgar kirin.
Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi hemû hêza xwe didome. Îro jî şervanên QSD`ê piştî korîdorên ewle vekirin, li herêmên El-Meraşde û Baxoza Jorîn hezar û 300 sivîl rizgar kirin.
Li gorî agahiyên Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku hemleyê dişopînin, destnîşan kir ku jin û zarok jî di navde zêdeyî Hezar û 300 sivîl hatin rirzgarkirin.