EDENE / ÎZMÎR – Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Îzmirê di çalakiya vê hefteyê de, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bal kişand ser rewşa Sîsê Bîngol a 85 salî. Di çalakiya şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê de jî Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, diyar kir ku 800 zarokên biçûk girtî ne.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li Parka Înonu ya Edeneyê çalakî pêk anîn. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Selamî Keleş ê li Girtîgehea Tîpa T ya Duzceyê. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, Endam û rêveberên Komeleya Malbatên Girtiyan a Çukurova, (TUAYDER) û Dayika Keleş Guzel Keleş amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Selami Keleş bê berdan," vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan" berz kirin. Beriya çalakiyê Endamên Vakfa Xizmet û Perwerdehiya Furkan, bi Gergerlîoglu re hatin cem hev û bal kişandin ser mexdûriyeta xwe. Her çend polisan xwest endamên Vakfê ji qadê dûr bixin jî dîsa tev li çalakiyê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Zelal Demiray, diyar kir ku îhlalên li girtîgehan pêş dikevin asta demokratîkbûna Tirkiye nîşan dide û wiha got: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 80 rojin di greva birçîbûnê de ye. Girtiyên di çalakiyê de bi rêk û pêk di kontrola tenduristiyê re derbas nabin. Vîtamîna B1 nadin girtiyan. Divê daxwaza girtiyan pêk bê û tecrîd bi dawî bibe."
Demîray, bal kişand ser nexweşiya Keleş û wiha berdewam kir: "Keleş li girtîgehê nexweş ket. Divê dermanên wî bidin wî derman bikin. Îlacên ku li Nexweşxaneya Ruh û sînir a Bakirkoyê didan, li girtîgehê nadin wî.
Em wekî parazvanên mafên mirovan diyar dikin ku Selami Keleş nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Divê dermanê wî bi rêk û pêk bidin wî û bi rêk û pêk bê dermankirin."
GIRTÎGEHAN TIJE MIROV DIKIN
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu jî bal kişand ser zarokên girtî û wiha got: "Serlêdanên ku li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê tê kirin ji sedî 80'ê der barê îhlalên li girtîgehan in. Navêjin ev zarok e, ev kal e, ev pîr e, kî dikeve ber wan digirin. Girtîgeh tije mirov kirine. Niha bi hezaran girtiyên nexweş tevî nexweşiyên giran girtî ne."
800 PITIK GIRTÎ NE
Gergerlioglu, destnîşan kir ku li girtîgehan nêzî 800 pitik tevi dayikên xwe girtî ne û wiha bi dawî kir: "Ji ber girtiyên nexweş dereng sewqî nexweşxaneyan dikin, hin girtî jiyana xwe ji dest didin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordu, 6 meh berê Nesrin Gençosman, ji ber 15 rojan dereng sewq kirin ji nexweşiya zatorreeyê jiyana xwe ji dest da. 6 mehin hêj der barê mirina wî de doz û dosya venebûye. Gelek jinên ducanî, an zarokên wan ji ber wan diçin an jî piştî zarokên wan çê dibin wan dîsa tevî zarokên wan dişînin girtîgehê."
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî li gel xizmên girtiyan û windayan, bi dirûşmeya "Bila Girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 466'an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê de rêvebera ÎHD'ê Cemile Karakaya bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi çalakiya grevê kiriye. 80 rojin di çalakiyê de ye. Divê mafê jiyanê yê Guven li ber çavan bê girtin û daxwazên wê pêk bên.
Karakaya, bal kişand ser rewşa Sîsê Bîngol û rapora ATK'ê û xwest raporên din jî li ber çavan bên girtin û esas bên girtin. Karakaya, xwest girtiyên nexweş û Sîsê Bîngol serbest bên berdan.