MÊRDÎN – Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê meşiyan Qada Azadiyê ya Qoserê.
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan meş li dar xistin û daxuyaniya çapemeniyê dan. Jin li ber avahiya HDP’ê ya Qoserê kom bûn û heta Qada Azadiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê meşiyan. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî di meşê de cih girt.
Jinan dowîzên bi nivîsên piştevaniya bo Leyla Guven û girtiyan hildan destê xwe û di meşê de li çepikan dan, lîlandin û dirûşm berz kirin.
‘DIVÊ HER HEFTE BI BIRÊZ OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK WERE’
Meş li Qada Azadiyê bi dawî bû û li ser navê Meclîsa Jinan a HDP’ê Bêrîvan Yildiz Ata daxuyanî û diyar kir ku bi îtîfaqa AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê her roja ku diçe bêedaletî û bêhiqûqî zêde dibe û binpêkirinên mafan ên nû diqewimin.
Ata da zanîn ku daxwaza Leyla Guven daxwazek mafdar e û got: “Divê daxwaz bê qebûlkirin û demildest tecrîd rabe. Pêwîste Birêz Ocalan her hefte dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ev mafek ku makeqanûna Tirkiyeyê daye wî û mafê tu kesî nîne vî mafî ji destê wan bigire. Her çiqas em bi berdana Guven kêfxweş bûbûn jî lê carek din hat dîtin ku bi biryarek siyasî hatiye berdan. Em ê xwedî li daxwaza girtiyan derkevin û daxwaza wan mezin bikin. Divê neyê jibîrkirin ku berxwedan heye.”
‘AŞTÎ BI AZADIYA BIRÊZ OCALAN PÊKAN E’
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebur Gunay jî destnîşan kir kul i welêt di bin navê tecrîdê de sosretiya bêhiqûqiyê heye û got: “Aştî û demokrasî bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Birêz Ocalan her ku azad bibe em ê li ser vê axê azad bijîn. Heke azadî pêk were di esasê xwe de dê Tirkiye wê demê bibe dewletek hiqûqê.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.