KOBANÊ – Xelîl Osman ku di nava gelê Kobanê de wek Apê Nemir tê zanîn û di şerê Kobanê de li gel 3 zarokên xwe li dijî DAIŞ'ê şer kir, bi minasebeta salvegera Rizgarkirina Kobanê rojên berwedana Kobanê bibîr anî û wiha got: "Ez niha fam dikim ku me mîrateyek gelek mezin li pey xwe hişt."
Serfiraziya Kobanê bi hezaran çîrokên qehremaniyê tije ye ku hê nehatin nivîsîn. DAÎŞ'ê 15'ê Îlona 2014'an êrîşî Kobanê kirin. Di şerê bajêr de komên biçûk ku weke ''komên li paş'' dihatin zanîn, yekîneyên mobîlîze, derbasî deverên ku DAÎŞ'ê bi dest xistin dibûn, bi heman li wan deran bi taktîka 'lêxe-vekişe' ya gerîla di têkçûna DAÎŞ'ê de roleke girîng bicihanîn. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li dijî êrîşên hovane yên DAIŞ'ê berxwedanek lehengî nîşan dan. Berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê 134 rojan dewam kir. Di wan rojan de şervanên jin bi lehengî û fedayetiyê destan nivîsîn. Piştî berxwedana bêhempa, şervanên YPJ/YPG’ê di 26’ê Çileya 2015’an rizgar kir. Bi sedan şervanên YPJ'ê û YPG'ê wekî Arîn Mîrkan Xebat Dêrik, Paramaz Kizilbaş û destanên qehremaniyê nivîsîn. Dîsa gelek kesên navneteweyî tev li vî şerê dijwar bûn.
Ji aliyekî ve hikûmeta Tirkiyê bi serokatiya Erdogan hewl dida komên tundraw yên mîna El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ`ê li dijî rêveberiya xweser a ku ji aliyê pêkhateyên Bakurê Sûriyê ve hatibû ragihandin, bi kar bîne û desthilatdariya Sûriyê bixe destên wan. Li aliyekî din jî rejîma Sûriyê bi alîkariya Hizbullaha Lubnanî dixwest çekdarên opozîsyona Sûriyê ji gelek bajarên Sûriyê derxe, jixwe ew bajarên mîna Eqisêr, Heresta, Xanşêxûn, Heleb û Resten û hwd. di encama bomberana hêzên rejîmê de bûbûn kavil. DAIŞ`ê ku wê çaxê ji çend sed çeteyan pêk dihat, di demeke kurt de qadeke fireh a Sûriyê û Iraqê dagir kir. Di nava saetan de bajarên mezin ên mîna Mûsil a Iraqê û Reqaya Sûriyê ketin destê DAIŞ`ê, her wiha mezintirîn baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê desteser kirin û bi sedan leşker tune kirin û wê çaxê aloziya Sûriyê kete pêvajoyeke din. Li derdora bajarê Kobanê û li derdora hin gundên biçûk car caran di navbera şervanên ku ji bajarê Kobanê û gundên derdorê hatine û hin komên çete de, şerên demkî bi çekên sivik diqewimîn, wan şervanan herêmên xwe li dijî komên çekdar ên mîna Cebhet El-Nusra diparastin, paşê ew kom bi xwe jî tev li DAIŞ`ê bûn. Li derdora DAIŞ`ê propagandayeke mezin di çapemeniyê de çêbû. Digotin hêzeke ku têk naçe, herêma ku bixwaze di nava saetan de digire. Piştî hin hevpeymanên bi îstixbarata Tirkiyê re, li gorî belgeyên ku hin fermandarên DAIŞ`ê eşkere kirine, DAIŞ`ê 3 caran hewl da bikeve hin herêmên nêzî bajarê Kobanê, lê ew hewldan têk çûn. Paşê DAIŞ`ê bi hezaran endamên komên çekdar ku berê li welatên mîna Iraqê û Afganistanê şer kirine, anîn derdora Kobanê, bi dehan tankên ku ji baregehên artêşên Sûriyê û Iraqê desteser kiribûn, anîn Kobanê. Kobanê ew du sal bû di nava dorpêçê de bû. DAIŞ`ê 300 gund û hin taxên Kobanê dagir kirin
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li her gundekî berxwedanên bêhempa nîşan dan da ku welatiyên gundan biparêzin û wan bigihînin herêmên ewle. Lê DAIŞ`ê hêzeke mezin anîbû, Kobanê ji hemû aliyan ve dorpêçkirî bû, lewma DAIŞ`ê di destpêka Cotmeha sala 2014`an re 300 gund û hinek taxên bajarê Kobanê jî dagir kirin. Di encama êrîşê de 300 hezar sivîlan malên xwe berdan û çûne bajarê Pirsûs ê bakurê Kurdistanê û li wir mertalên zindî çêkirin. Di vê navberê de gelek ciwan û xelkên bajêr jî li taxên xwe man û li kêleka şervanan şerê man û nemanê li dijî DAIŞ`ê bilind kirin.
1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ HAT ÎLANKIRIN
Roja 1`ê Mijdara sala 2014`an wek Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê hate ragihandin. Bi sedan alîgirên berxwedanê li balafirgeh û avahiyên saziyên bajarên Ewropayê û avahiyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kom bûn, xwepêşandan hatin lidarxistin, xwepêşandêran dirûşmeyên li dijî Tirkiyê ku bi awayekî rasterast piştgiriya DAIŞ`ê dikir, berz kirin. Wêneyên şervanên YPG`ê û YPJ`ê û şervanên enternasyonalîst ku li Kobanê şer dikirin, li gelek qad û kolanên bajarên cîhanê (yên Ewropayê û welatên mîna Afganistan û Japonyayê jî) hatin daliqandin, êdî çavên cîhanê li şerê man û nemanê yê li Kobanê ye, ji ber ku DAIŞ êdî ji bo hemû cîhanê metirsiyeke mezin bû. DAIŞ li tax û kolanên bajarê Kobanê rastî berxwedaneke mezin hat. Li gorî agahiyên fermandarekî DAIŞ`ê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatiye girtin, wê çaxê ji gelek welatên cuda û bi taybet ji welatên Ereban ên Mexribê (Fas, Cezayîr û Tûnis) nêzî 3 hezar çete tev li DAIŞ`ê bûn û li Sûriyê û Iraqê belav bûn. Li du taxên dawîn ên bajarê Kobanê şerên dijwar qewimîn, di encama şer û berxwedana dijwar a şervanan û piştgiriya balafirên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê û bi taybet di şerê deriyê sînor ê Murşîdpinarê de, nêzî 3 hezar çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û neçar man ku paşde vekişin.
Bajarê Kobanê ku nifûsa wî 200 hezar e, Nêzî 366 gundên wî hene. Her çend piranî kurd bin jî li Kobanê gelê Ereb, Ermenî jî dijîn. Kobanê ku berê girêdayî helebê bû, Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Pirsûsa Rihayê derbasî Kobanê bû taybetiyek din li ser xwe zêde kir. Kobanê ku pira navbera Kantona Cizîr û Efrînê, di heman demê de li Başûr Reqqa, li Rojhilat Girê Spî ^Fu li Rojava Minbic heye. Kobanê ji destpêkê de rastî êrîşên komên çekdar ên wekî OSO, El Nusra, Heyet Tehrir El Şam(HTŞ) hat.
Gelên herêmê pişta xwe dan hev û bi hevre li dijî komên çekdar ê wekî DAİŞ OSO û El Nusra şer kirin. Gelên herêmê bi hêza xwe ya cewherî êrîşên li dijî Kobanê, Raqqa, Grê Spî û Tebqa, Minbic şikandin. Komên çekdar ku îro li Dêra Zorê asê mane, di nava şerekî giran de mane.
YEK JI LEHENGÊ BERXWEDANÊ APÊ NEMIR E
Di berxwedana Kobanê de yek ji nasnameya ku derket pêş Xelîl Osman (Apê Nemir) ku bavê 6 zarokan e û 70 salî ye. Xelîl Osman ku wekî Apê Nemir tê zanîn, her kes wî di şerê Kobanê de nas dike. Apê Nemir di şerê Kobanê de li gel 3 zarokên xwe şer kir. Di şerê Kobanê de kurekî wî jiyana xwe ji dest da. Nemir ku di şerê Kobanê de li eniya Rojhilat Şer dikir, di şer de ji milê çepê birîn bû.
Apê Nepir, nila li Mala Gaziyan a kesên di şer de birîndar dibin û li vir tên dermankirin, xitmeta birîndaran dike. Ape Nemir, di 5’emîn salvegera şerê Kobanê de qala rojên şer kir. Di ketina mala Apê Nemir de nîşeya Şervanê sosyalîst “Paramaz Kızılbaş” li çavan dikeve. Suphi Nejat Agirnasli ku wekî Paramaz Kizilbaş tê zanîn di nîşeya xwe de gotiye: “Ez wekî guleya ku heviyê dide welat, cîhan û gerdûnê hatim vir. Ez ne Ermenî bûm, lê Paramaz bûm. Ez ne Elewî bûm, lê Kizilbaş im. Ji hemû tiştê nevî mayî re amade. Tişta ji me maye ez Amede me li Miştenurê bidim."
WAN ROJAN...
Apê Nemir, çend heta niha gelek caran hatibe vê malê jî her ku cara tê vê malê hestiyar dibe û ew roj tên bîra wî. Xwediyê mala ku Apê Nemir lê parastin dikir, piştî Kobanê ji DAİŞ’ê rizgar bû dîsa veriya mala xwe. Apê Nemir, li mala xwediyê malê Zergê Çarıxlî roja ku kozik kola bibîr tîne. Nemir, ku li dijî DAIŞ'ê di gelek kozikan de şer kir, dixwaze qala hemû rojan bike. Ewil ji Gundê Boraz ê Rojaayê Konê dest pê dike. Dema li dijî DAİŞ’ê şer dikir ji piyê xwe de birîndar bû. Apê Nemir diyar kir ku dema pirîndar bû şervanên ku hatin şûna wî û li wî pirsîn, şervaneki hevalên wan digot 'Dûpişt pêveda.' Xenvahah jî wenfê xwe dikirin û digotin 'Dûpişkên DAIŞ'ê an Dûpiştên xwedê?’ Dema gotin Dûbişkê DAİŞ’ê wan jî got ew bi van dûpişkan mamirin. Ew Nemir e. Min navê xwe ji wir girt. Ev berî şerê DAİŞ’ê di şerê li dijî OSO de pêk hat."
Nemir ewil di asayişê de cih girt. Piştî 2012’an tev li eniya şer bû. Nemir qala perwerdehiya xwe ya şer kir û wiha got "Dema şervanên jin li cem min şer kir, ez ji wan fêrî şerkirinê bûm. Wan pir ji min hez dikir. Min jî pir ji wan hez dikir. Wan çawa tê şerkirin fêrî min kir."
3 ROJAN DI DORPÊÇÊ DE MA
Apê Nemir, anî ziman ku di şerê DAİŞ'ê de gelek caran bi komên DAIŞ'ê re hatin beramberî hev û wiha got: "Ez gelek caran bi DAIŞ'ê re ketim nava şer. Li Gundê Zaretê dema DAIŞ'ê êrîş kir ez û 2 hevalên xwe 3 rojan di dorpêça DAIŞ'ê de man. Di şerê li gund de 6 şervanên me jiyana xwe ji dest dan. Her kesî digot 'Nemir jî miriye' Lê ez nemirim. Min çember şikand û ez gihiştim hevalên xwe. Min got 'Ez namirim. Ez nemirim."
ME MÎRATEYEK MEZIN LI PEY XWE HIŞT
Nemir, herî dawî destnîşan kir ku wan têkoşînek û şerekî gelek mezin da û mîrateyek gelek mezin li pey xwe hişt. Nemir, da zanîn ku heta birîndar bû şer kir û wiha got: "Me gelek tişt dît. Niha hin kêliyên wan rojan ji bîra min diçin. Ev yek pir bi zora min diçe. Li vî bajari gelek tiştên mezin pêk hat. Bi dehan ciwan li vî bajarî jiyana xwe ji dest dan. Me mîrateyek mezin li pey xwe hişt."
MA / Nazim Daştan