AMED - Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku heta tecrîda li ser Ocalan rabe, dê li hundir û derve berxwedana xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikin.
Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin hatine destpêkirin dewam dike. Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven 80 roj in li Hewlêrê Nasir Yagiz 67 roj in, li girtîgehan bi sedan girtî 42 roj in, li Strasbourgê 14 çalakger 41 roj in, li Gallerê Îmam Şîş 41 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Têkildarî grevên birçîbûnê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li hemberî grevên birçîbûnê serî li polîtîkayên şerê taybet dide û wiha got: “Li hemberî polîtîkayên tecrîdê ku li ser Rêberê gelê me tê meşandin li zindanan pêngava berxwewanê hatiye destpêkirin û ev pêngav mezintir dibe û dewam dike. Hikûmeta faşîst a AKP/MHP bi awayekî rast nêzî daxwazên berxwedêran nabe û dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet berxwedanê tasfiye bikin.”
'HETA RÊBER OCALAN AZAD BIJÎ Û AZAD BIXEBITE BERXWEDAN DÊ BIDOME'
Denîz Kaya, di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedanê wiha lê zêde kir: “Di 16’ê kanûnê de bi dirûşma; ‘Rêbertî dê azad bijî, azad bixebite’ çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger hatine destpêkirin û heta ev daxwaz bi cih ware dê grev dewam bikin.” Kaya balkişand ser biryara Leyla Guven a domandina grevê û wiha pêde çû: “Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê birêz Leyla Guven 80 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û her çiqas li derve be jî ji bo tecrîd bi dawî bibe berxwedana xwe didomîne û ev helwest watedar e.”
Kaya, herî dawî banga xwedîderketina li grevan kir û wiha got: “Wekî girtiyê PKK û PAJK’ê em dibêjin ger em li derve bin jî li zindanan bin jî heta şert û mercên ‘Rêbertî dê azad bijî, azad bixebite’ pêk werin em ê bi biryardarî û moraleke mezin berxwedana xwe bidomînin. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dora vê berxwedanê bibin xelek û deng bidin vê berxwedanê. Em li derve bin jî li zindanan jî bin dê tecrîd were şikandin.”