AMED - Polîsan şevê din endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Çeko Mimkara, şevê din li Amedê binçav kir.
Polîsan şevê din endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çeko Mimkara, binçav kirin. Polîsan, li nêzî Otogara Otobusan a Nava Bajaran a Amedê (DİŞTİ) dolmîşa nava bajar rawestand û kontrola nasnameyan kir. Di kontrola nasnameyan de Mimkara ji dolmîşê daxistd û binçav kirin. Nehat zanîn ku Mimkara çima hatiye binçavkirin. Mimkara birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.