ENQERE - Parlementerê Norwecî Johan Petter Andresen ku ji bo danişîna siyasetmedarên HDP'î bişopîne hat Tirkiyeyê, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjwendiya hevpar a herkesî ne.
Parlementerê Partiya Sor a Norwecê Jihan Petter Andresen ku ji bo danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û danişîna doza Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bişopîne hat Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand.
Andresen, diyar kir ku darizandina siyasetmedarên HDP'î operasyona girtinê ya dewletê ye û got: "Ji bo pirsgirêka kurd, mafê xweseriyê yê gelê kurd û hemû mafên gelê kurd ji dêvla gavên demokratîk, siyasetmedarên wan tên girtin. Ev rewşeke neyînî ye. Diviya ev li derve siyasetê bikin. Lê belê dewlet çewisandinê zêdetir dike. Bi kolandina bin demokrasiyê çareserî ne pêkan e."
‘POLÎSÊN LI AMEDÊ NAZÎ ANÎN BÎRA MIN'
Andresen, girtin û darizandina siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyenan jî nirxand û got: "Ji ber astengkirina fikrên serbest, li Tirkiyeyê demokrasî jî tê astengkirin. Mirov li Tirkiyeyê nikarin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Çend sal berê çûm Amedê; li her derî polîs û leşker hebûn. Ev yek Naziyên wexta ji bo dorpêşkirina Norwecê hatibûn anîn bîra min. Di destpêka salên 1930'yî de li Almanyayê hemû qanûnên di dest kesekî de bûn. Li Tirkiyeyê jî heman tişt heye."
‘HIKÛMETA TIRKIYEYÊ OCALAN ÎŞKENCE DIKE'
Her wiha Andresen ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got: "Hikûmeta Norwecê PKK'ê wekî rêxistina terorî nabîne. Hikûmeta Norwecê ji bo pêvajoya çareseriyê dest pê bike tev geriyabû. Her çend ez li hêla muxalefetê bim jî, me piştgirî da vê gava hikûmetê. Hikûmeta tirk Ocalan îşkence dike. Nahêle parêzer û malbat pê re hevdîtinê çêbikin. Ev binpêkirina mafên mirovan e. Ev yek rê li ber çareserkirinê dixistimîne. Herkes sala 2013-2014'an dizane. Wê demê hevdîtin bi Ocalan û PKK'ê re hatin çêkirin û encamên wê diyar in."
‘ŞERVANTIYA JI BO AZADIYÊ YE'
Andresen, destnîşan kir ku ji bo grevên birçîbûnê raya giştî pir hesas e û got: "Ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê, mrov bedena xwe didin ber birçîbûnê. Ev rewş, şervantiya ji bo azadiyê ye. Berê çalakiyên bi vî rengî li Norwecê jî çêbûn. Gelê samî yên kêmbar ketin grevê. Gelê Samiyê, li Îskandinavyayê di nav çar dewletan de hatine perçekirin. 150 sal in doza mafên xwe yên bingehîn dikin. Di sala 1978'an de li dijî înşeateke barajê dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo mafên xwe yên rewa gelek rêbazan bi kar tînin. 4-5 parlementerên gelê samî li parlementyê ketibûn greva birçîbûnê. Li Îrlandayê mînaka Boby Sands heye." Andresen, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ji bo qencî û berjewendiyên hevpar ên herkesî ne û got: "Loma divê daxwaz bên qebûlkirin."
Her wiha Andresen, diyar kir ku li Tirkiyeyê çapemenî di bin kontrolê de ye û got: "Li Tirkiyeyê ne çalakiyên greva birçîbûnê ne jî doza Demîrtaş di çapemeniyê de nayê dîtin. Ev jî li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê astengiya herî mezin e. Em ji televîzyonên biyanî hay ji hin tiştan çêdibin. A rast înternet û medyaya civakî dikare vê bêdengiyê ji holê rabike. Yanî dikare li hemberî îzolekirinê bieb derfet."
MA / Berivan Altan