AMED - Bijîşk Gazal Dîlan Sûcû, wexta li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî dixebitî ji ber li dijî neheqiyan derket hat îxrackirin, diyar kir ku ji ber 9 mehan nexebitiye, li erdê raketiye û ûra wê mezin bûye, lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye.
Bijîşk Gazal Dîlan Sûcû, wexta li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî dixebitî ji ber li dijî neheqiyan derket di Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat îxrackirin. Sûcû, destnîşan kir ku di dema pevçûnên li Sûrê de ji ber vê sivîl tedawî kirine û peywira xwe bijîşkiyê bi cih aniye û li dijî neheqiyan derketiye hatye îxrackirin.
Sûcû, diyar kir ku piştî ew di 2015'an de ji Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Înonuyê mezûn bûye tayînî Amedê hatiye kirin û got: "Wexta hatim Amedê li Sûrê pevçûn hebûn. Ez li nexweşxaneyê dixebitîm, gelek çewisandin hebûn. Hem bi çewisandinên rêveberiya nexweşxaneyê hem jî bi yê leşker û polîsan em rû bi rû diman. Gelek tişt li me dihatin ferzkirin, lê me li ber xwe dida. Bi taybetî jî ji bo dosyeyê taybet cebîrên derbkirinê hatin girtin. Li gor min gelek tiştên di warê wijdanî û hiqûqî de diviya em bikin hebûn. Bêyî odeyên muayeneyê hebin em xebitîn. Nexweş diketin rêzê û li gor navan dihatin. Ji ber min ji polîs re got divê tu kelemçeya destê girtî vebikî, polîs ji min re got 'tu yê bibî kiryar nediyar.' Ez çûm cem serbijîşk û min got gef li min tên xwarin û min belge dan. Qeydên vê hene."
RAPORÊN DERBKIRINÊ
Sûcû, destnîşan kir ku di dema pevçûnên li Sûrê de wan cihêkarî nekiriye lê belê ew bi vê yekê hatine tawanbarkirin û got: "Min dizanibû ez ê bêm îxrackirin. Qenaeta rêveberiya nexweşxaneyê jî ew bû ku ez li dijî neheqiyan dertêm û neheqiyan qebûl nakim. Muayeneya derbkirin ya girtiyan nepen e, lê belê polîs jî diketin odeyê; ji ber nederxistina kelemçeya ji paş ve girêdayî, nîqaşên me yên di vî warî de, piştgiriya hevalên me yên bijîşk ev pêvajo lezand. Eger me karibûna vegotana ya tê kirin çewt e, ya em dikin rast e dibû ku ev pêk nehatana. Ji ber tiştên min kirine nepoşman im. Eger niha jî heman tişt hebe ez ê bikim. Ez ê hîn bêtir bikim, çimkî ev divêtiyeke bijîşkiyê ye."
'NEXEBTÎM, LI ERDÊ RAKETIM, ÛRA MIN MEZIN BÛ'
Sûcû, diyar kir ku piştî hatiye îxrackirin di jiyana wê de gelek tiştên erênî û neyênî qewimîne û got: "Gelek tişt ji jiyana min dizî, du salên min dizîn. 25 kîlo zihîf bûm. Bû sedem ku depresyona majorê bigirim û mezinbûna ûra min. Di devereke mêjiyê min de ûrek heye. Ev ji ber stresê mezin dibe. Tam 9 mehan nexebitîm. Ji bo pêşerojê min tu plansazî nekirin. Her wiha 9 mehan li erdê bûm, raneketim. Ji ber hîsa dibe ku ji nişka ve me bigirin, tam 9 mehan li erdê raketim. Ji ber nekevin hundur û kesî nerihet nekin min ev kir. Paşê min dît ku ev şik û guman nebaş e, lew gelek mirovan bedêlên hîn girantir dane. Loma ev şik û guman ji ser min çû. Êdî hîn rihetir im û wekî berê dikarim biaxivim."
‘MIROV DIWESTE'
Sûcû, diyar kir ku standardeke jiyana wê heye û ew li gor wê dijî û got: "Ji nişkave tu sibehekê bi biryarnameyê tê îxrackirin. Tu ji derheqê zor û zehmetiyên maddî derdikevî, lê belê di warê manewî de mirov pir diweste."
‘ARMANCA ÎKTÎDARÊ BÊDENGKIRINA REWŞENBÎRAN E'
Sûcû, bilêv kir ku armnaca îktîdarê tenê ne bijîşk in, hemû rewşenbîr û derdorên difikirin û got: "Çimkî mirovên difikirin dikarin bêjin na. A me dixwest ew e ku tu bi kêrî civakê bîyû û karê xwe bikî, lê belê ya îktîdar dixwaze jî ew e ku tu bêdeng bû. Em ê li ber çewtî û şaşiyan bêdeng nemînin."
MA / Esra Solîn Dal