STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, girtiyê bi navê Ûmût Savaş Koçyîgît ragihand ku kalorîfer nayên vêxistin û ji ber vê tim nexweş dikevin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, Ûmût Savaş Koçyîgît (29) bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê rû didin ragiahnd. Koçyîgît ku sê caran cezayê muebetê û carekê jî cezayê muebeta giran lê hatiye birîn, ji made û roviyên xwe nexweş e, diyar kir ku mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin.
'TECRÎDA DI NAV TECRÎDÊ DE'
Bav Alî Koçyîgît, diyar kir ku girtî bi awayekî dijwar tên tecrîdkirin û got: "Girtiyan got ger pêvajo wisa dewam bike wê tiştên hîn xirab rû bidin. Di nav tecrîdê de tên tecrîdkirin."
'KALORÎFER NAYÊN VÊXISTIN'
Koçyîgît, diyar kir ku ji ber rojnameyê nadin girtiyan girtî hay ji qewimînên li Tirkiyeyê tune ne. Bav Koçyîgît, destnîşan kir ku li qawîşan kalorîfer nayên vêxistin û got: "Kurê min got ji ber vê em tim nexweş dikevin."
Koçyîgît, destnîşan kir ku hem ew hem jî hevjîna wî extiyar û nexweş in û 9 meh e ji bo kurê wan ji Rîzeyê sewqî Amedê bê kirin ew daxwaznameyan didin, lê belê bi tu awayî nayên bersivandin.
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan û rayedaran derpêş kir ku tişta hatiye gotin ne rast e û kalorîfer tên vêxistin.
MA / Melike Ceyhan