COLEMÊRG / MÊRSÎN – Xizmên girtiyên ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê 42 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin: "Dengê girtiyên di nav çar dîwaran de em in. Ger di van çalakiyan de mirovek jî jiyana xwe bide, ev tê wateya mirina mirovahiyê."
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li girtîgeha Amedê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 79'an a çalakiyê de hat berdan. Her wiha li 59 girtîgehan jî bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya zêdetirî 200 girtiyî di roja 42'yan de didome.
Li Girtîgeha Wanê yek ji girtiyên 42 roj in di greva birçîbûnê de ye jî Ciwan Tamûr e. Malbata Tamûr, ji bo zarokên xwe û girtiyên din bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyê.
Bav Saddik Tamûr ku li Gevera Colemêrgê dijî, kurê wî Ciwan 7 sal in girtiye û ji bo dawî li tecrîdê bê 42 roj in tevî hevalê xwe di greva birçîbûnê de ye û niha çalakiya wan di asteke krîtîk de ye. Bav Tamûr, bilêv kir ku li dijî tecrîdê ji bilî greva birçîbûnê tu rê li ber giritiyan nemaye û çalakiya ku bi Leyla Guvenê dest pê kir wekî berxwedaneke mezin pênase kir.
'DENGÊ WAN EM IN'
Bav Tamûr, anî ziman ku kurê wî tevî 4 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye û herî dawî 5 roj berê wî kurê xwe dîtiye. Bav Tamûr, diyar kir ku morala kurê wî baş bûye, lê belê rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve diçe.
Bav Tamûr, destnîşan kir ku di hevdîtinê de kurê wî gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "A dikeve ser milê me jî ew e em piştgiriyê bidin têkoşîna wan. Dengê girtiyên di nav çar dîwaran de em in. Eger em dengê xwe bilind bikin wê hêzê li hêza wan zêde bike. Çawa ew deng moralê Leyla Guvenê bilind kir, divê ji niha û pê ve hîn bêtir deng bê bilindkirin."
'HER DEQÎQE, HER SANIYE PIR GIRÎNG E'
Bav Tamûr, diyar kir ku ji bo ji girtîgehan cenae dernekevin, divê piştgiriya ji bo girtiyan xurtir bibe û got: "Ji bo vê ger bivê divê li welatên Ewropayê li ber sazî û dezgehên erkdar nobet bên girtin. Ger bivê divê gel li ber mal û avahiyên xwe konan vedin û bibin dengê girtiyan. Divê li Meclîsê jî parlementer hîn bêtir piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan nîşan bidin. Her deqîqe, her saniye pir girîng e."
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê girtiyên bi navê Mazlûm Erbey û Mervan Sûngûr jî bi malbatên xwe re hevdîtin çêkirin. Malbatan, destnîşan kir ku divê demildest daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.
‘CÎHAN BÊDENG E'
Meryem Erbey, dayika Mazlûm Erbey diyar kir ku hefteya borî wê hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û moralê wî baş bûye. Dayik Erbey diyar kir ku di hevdîtinê de kurê wê jê re gotiye: "Heta dawî li tecrîdkirina Ocalan neyê wê çalakiya me dewam bike. Dawî çi dibe bila bibe." Dayik Erbey jî got: "Dewlet zilmê li zarokên me dike û cîhan jî bi bêdengiyî temaşe dike. Ma hemû cîhan hay ji vê tecrîdê tune ye? Ma kes rêberê gelê kurd û vîna me ya hatiye girtin nabîne? Ma kes nabihîse bê li girtîgehan çi tê serê zarokên me?
‘WEXTA 'ÊDÎ BES E' YE'
Dayik Erbey, bilêv kir ku girtî ji bo bibin bersiva pêvajoya heyî bedena xwe dane ber mirinê û got: "Ji bilî greva birçîbûnê tu rê li ber girtiyan nemaye. Kurê min û hevalên wî ji bo dawî li tecrîdê bê bedena xwe dan ber birçîbûn û mirinê. Eger li cîhanê mirovatî mabe, divê êdî ev mesele bê çareserkirin. Erbey, bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê tev bigere û got: "Eger di van çalakiyan de mirovek jî jiyana xwe ji dest bide, ev tê wateya mirina mirovatiyê. Loma divê herkes ji vê zilma dewletê re bêje 'êdî bes e'."
‘TIRKIYE TÊ TECRÎDKIRIN'
Mûsa Sungur, apê Mervan Sungur diyar kir ku hefteya borî ew ji bo hevdîtinê çûne girtîgehê û biraziyê wî zihîf bûye. Ap Sungur, destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de Tirkiye hemû tê tecrîdkirin û divê demildest daxwazên girtiya bên qebûlkirinç Sungur got: "Eger dawî li vê tecrîdê neyê wê tu carî aştî neyê vî welatî. Wê ev tecrîd her tiştê vî welatî tune bike. Eger tecrîd bi dawî bibe wê ev welat bibe bihuşt." Sungur, got ew heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya zarok û ximzên xwe.