* Xizmên girtiyên ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê 42 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin: "Dengê girtiyên di nav çar dîwaran de em in. Ger di van çalakiyan de mirovek jî jiyana xwe bide, ev tê wateya mirina mirovahiyê."
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, diyar kirin ku divê daxwaza Leyla Guvenê û daxwaza hemû girtiyan daxwaza azadîxwazan e.
* Li Girtîgeha Hatayê, girtiyan diyar kir ku gardiyan êrîşî wan dikin, heqaretê li wan dikin û gefan li wan dixwin.
* Li Girtîgeha Xarpêtê Yasîn Gungor, ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Her wiha bi heman daxwazê dê û bavên Gundgor jî 17 roj in di greva birçîbûnê de ne. Dê û bav diyar kirin ku ew dixwazin bibin dengê vê çalakiyê û gotin: "Ev zilm û zorî tenê li ser gelê kurd tê kirin. Bi vî awayî em dikarin ji zilmê xelas bibin û aştî pêk bê."
* Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, girtiyê bi navê Ûmût Savaş Koçyîgît ragihand ku kalorîfer nayên vêxistin û ji ber vê tim nexweş dikevin.
* Bijîşk Gazal Dîlan Sûcû, wexta li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî dixebitî ji ber li dijî neheqiyan derket hat îxrackirin, diyar kir ku ji ber vê 9 mehan nexebitiye, li erdê raketiye û ûra wê mezin bûye, lê belê wê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye.
* Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Bunyana Kayseriyê, ser hewadariyên qawîşan bi têlna hatin girtin. Her wiha ji ber ev yek prostetokirin cezayê hucreyê li 56 girtiyan hat birîn.
* Parlementerê Norwecî Johan Petter Andresen ku ji bo danişîna siyasetmedarên HDP'î bişopîne hat Tirkiyeyê, destnîşan kir ku grevên birçîbûnê ji bo qencî û berjwendiya hevpar a herkesî ne.
* Li Êlih, Colemêrg û Erxenî HDP dê danasîna namzetên hevşaredariya bike. (12.30)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dê di civîna Meclîsa Jinan a HDP'ê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê pêk bê biaxive. (10.00)
* Dayikên Şemiyê bi boneya li qûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 722'yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe dewam bikin. (12.00)
* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya bi şîara "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" dewam bikin. (12.00)
* Komeleya Şopandina Koçberiyê dê raporek binpêkirina mafên jinan a di pêvajoya koçberiya neçar û qedexeya derketina derve de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Şaxên ÎHD'ê yên Edene, Enqere, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên xwe yên heftane ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û rewşa girtîgehan dê bidomînin. (13.00)
* Însiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan a Marmarayê bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dê li taxa Karadenîz a Gazîosmanpaşa meşê li dar bixin. (14.00)
* HDK dê Komcivîna Tenduristiyê ya bi sermijara "Kapîtalîzm, Rêveberiya Herêmî û Tenduristî" ku 2 rojan dewam bike li avahiya xwe ya li Taksîmê li dar bixe. (10.00-20.00)