AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê û tecrîdê şermezar bikin li navçeyên Peyas û Rezan ên Amedê meşiyan.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi armanca tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 80 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, li navçeyên Rezan û Peyasê yên Amedê meşiyan. Ciwanan di meşê de dirûşmeyên ku tecrîdê şermezar dike û piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven berz kirin. Ciwan li navçeya Rezan a Amedê jî li nava esnafan geriyan û belavok belav kirin. Ciwan piştî demekê li kolanan dirûşme berz kirin çalakiya xwe bi dawî kirin.