MÛŞ - Danişina doza Rojnameger û Nûçegîhane DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hat ditin. Heyeta Dadgehê, li Sayilgan ku ji 24'ê Cotmeha 2016'an de girtî ye 8 sal û 3 meh ceza birî.
6'emîn danişina doza biryarê ya Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtîn Rojnameger Îdris Sayilgan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hat ditin. Dozger der barê Sayilgan de ji ber xebatên rojnamegeriyê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" xwest bê cezakirin û muaala xwend. Di danişînê de rojnameger Sayilgan û parêzerê wî Bariş Oflas, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, Endamê Komeleya Xebatkaren Hiqûq û Medya (MLSA) Prz. Zelal Pelin Dogan, malbat û hevalên Sayilgan li salonê amade bûn.
'EZ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIM'
Sayilgan, li salona dadgehê parastin kir û wiha got: "Beriya parastina min dema ez ji Girtîgeha Trabzonê anîm Girtîgeha Patnos û Muşê, di ketina girtîgehê de ez rastî lêgerîna tazî hatim û îşkence li min kirin. Ez niha li vir bi riya dadgehê serlêdana sûc dikim. Îdîanameya min bi şiklê kopî bike û bizeliqîne amadekirine. Min di 2015'an de dest bi rojnamegeriyê kir. Piştî ez 10 mehan li Mûşê xebitîm derbasî Wanê û ji wir jî derbasî Agiriyê bûm. Bi awayekî bê hiqûq telefona min hat guhdar kirin. Çavkaniyên min ên nûçeyan hatin deşîfrekirin. Hiqûqa çavkaniyên nûçeyan veşartî bên hiştin hatin îhlalkirin. Sucdariyên di îdîanameyê de rastiya wan tune ye. Xebata ku min di çarçoveya rojnamegeriyê de kirye wekî sûc tînin pêşiya min. Ez van sûcan qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim."
Piştre parêzeran jî parastin kir u têkildarî lêgerîna tazî û îşkenceyê gilîyê sûc kirin. Parêzeran jî diyar kirin ku tu delîlên şênber û bi kok tune û xwest Sayilgan beraet bikin.
HEYETÊ 8 SAL Û 3 MEH CEZA BIRÎ
Piştî parastinê heyeta dadgehê navber da û piştî navberê der barê Sayilgan de bi heman îdiayê 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.
Rojnameger Îdris Sayilgan ji 24'ê Cotmeha 2016'an ve girtî ye.