AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a 79 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, piştî îro di danişînê de hat berdan, ji girtîgehê derket. Guven bi ambulansê ji girtîgehê derxistin û birin mala wê. Çalakiya Guven a greva birçîbûnê dê berdewam bike.
Danişîna 5'emîn a doza Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guven bi îdayên "Rêxistina bi çek avakirin û birêvebirin", "Propaganda rêxistinê kirin" û "Muxalafeta li dijî qanûna hejmara 2911'an" dihat darizandin. Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û parêzerên wê û kes beşdarî danişînê nebû. Heyeta dadgehê di danişina îro de der barê Guven de biryara berdanê dan. Piştî biryara berdanê Guven ji Girtîgeha Tipa E ya Amedê derket. Guven bi ambulansê ji Girtîgehê derket. Guven ji Girtîgehê birin mala wê ya taxa Bagcilar a Navçeya Rezan a Amedê.
Hevseroka Giştî ya HDP'e Pervin Buldan, diyar kir ku ew biryara dadgehê ya berdanê erênî dibînin û dê Guven bibin mala wê ya Bagcilara Rezan a Amedê. Buldan, anî ziman ku Guven dê greva birçîbûnê berdewam bike.