AMED – Heyetek ji hevserok û hevberdevkên HDP, KCD, DBP û HDK’ê û parlamenterên HDP’ê û heyeta biyanî pêk hat beriya danişîna Leyla Guven a hat tehliyekirin li ber Edliya Amedê piştgirî dan Guven.
Beriya danişîna doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 79 roj in li tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye komek qelebalix li ber Dadgeha Amedê sekinî û piştgirî dan Guven.
Heyeta ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK Gulîstan Kiliç Koçyigît, parlamenterên HDP’ê û heyeta biyanî ya ya wek çavdêr hatibûn li ber edliyeyê daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê rawestiyan.
Berdan Ozturk, Gulistan Kiliç Koçyigît û Pervîn Buldan li vir daxuyanî dan û piştgiriya Guven kirin û xwestin daxwazên girtiyan demildest bên qebûlkirin û tecrîda şidandî bê rakirin.