AMED – Tê payîn Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a biryara tahliyeya wê hat dayîn ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê derkeve. Piştî biryara berdanê gelek kes çûn ber girtîgehê û polîsan vir dorpêç kiriye. Ekîbek tenduristiyê jî bi ambûlansê re li ber girtîgehê hatiye sekinandin.
Dadgehê biryara tahliyeya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 79 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû da. Guven li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê salek e tê ragirtin. Piştî biryara tahliyeya Guven, parlamenterên HDP’ê û xizmên Guven çûn ber girtîgehê. Polîsan derdora girtîgehê dorpêç kiriye. HDP’yî li benda derketina Guven in.
Parêzerên Guven bi boneya bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin derbasî hundirê girtîgehê bûn. Heke destûr bê dayîn dê Leyla Guven li gel heyetek tenduristiyê ya bi ambulansê ji hepsê derbixin.
Ambulansek aîdî Wezareta Tenduristiyê li ber hepsê hatiye sekinandin. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê ji bo Leyla Guven sandalyeyek bi tekerlek xwestiye. Tê payîn Guven ji girtîgehê bê berdan.