MÊRSÎN – Rojnamegera girtî Zehra Dogan ragihand ku rewşa Sîsê Bîngol a di qawişa wê de ye xerab bûye û ji bo Bîngol xemgîn nebe wan behsa rapora ATK’ê ya sosret jê re nekiriye.
Rojnameger Zehra Dogan a li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê girtin têkildarî rewşa Sîsê Bîngol a girtî ku di qawişa wê de ye name ji ajansa me re şand. Dogan ragihand ku rewşa Sîsê Bîngol her ku diçe xerab dibe û nameya têkildarî rewşê ya berfireh ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye desteserkirin.
Nameya Dogan şand wiha ye: “Kar û barên dayika Sîsê yên li Saziya Tiba Edlî (ATK) qediyan. Rapora ‘dikare bimîne’ dane Dayika Sîsê. Rewşa wê gelek giran bûye. Her tim dikuxe. Şevê qet nikare rakeve. Tansiyona wê gelek zêde ye û qet xwarinê naxwe. Min têkildarî rewşê wê bi berfirehî nameyek amade kiribû. Rêveberiya girtîgehê dest danî ser nameye. Her tim dayikê egle kirin. Her tim gotin tu yê werî berdan, niha jî dibêjin dikare li hepsê bimîne. Ji bo ku dayika Sîsê xemgîn nebe me qala raporê jê re nekir.”
Dogan wêneyê Sîsê Bîngol û pidika bi navê Dersim ku li hepsê dimînin xêz kiribû û di hesabê medya wê ya civakî de parve kirin.
Saziya Tiba Edlî ji bo Bîngol rapora “Di hewldana xwe xerab nîşan dide de ye, dikare li girtîgehê bimîne” amade kiribû.