AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a 79 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye di danişîna doza wê ya kes beşdar nebû hat tahliyekirin.
Danişîna 5'emîn a doza Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi boneya rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 79 roj in di greva birçîbûnê de ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guven bi îdayên "Rêxistina bi çek avakirin û birêvebirin", "Propaganda rêxistinê kirin" û "Muxalafeta li dijî qanûna hejmara 2911'an" dihat darizandin. Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û parêzerên wê û kes beşdarî danişînê nebû.
Beriya danişînê li derdora edliyeyê û hundirê wê polîsan tedbîr girtin.
DOZGER XWEST GIRTIN BIDOME
Di danişîna kes beşdar nebû de dozger rewşa delîlên heyî hêcet nîşan da û der barê Guven de biryara dewama girtinê da.
GUVEN HAT TAHLIYEKIRIN
Heyeta dadgehê komkirina delîlên di dosyeyê de li ber çavan girt û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat biryara tahliyekirina Leyla Guven da.