AMED - Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tu pêngaveke berxwedanê li girava Îmraliyê vala neçûye. Gotina dawî ya berxwedêran e."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 79'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlerê Nasir Yagiz di roja 67'an de û li Strasbûrgê jî çalakiya Îmam Şîş di roja 40'î de didome.
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, bal kişand ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê. Gunay, diyar kir ku Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê çêbike û got: "Li cîhanê tu dewleteke ku dibêje ez dewleta hiqûqê me rêya hevdîtinê ya girtî û parêzeran nagire." Gunay, destnîşan kir ku Îmrali ji raya gişyî ya Tirkiyeyê re hatiye girtin û got: "Girava Îmraliyê, bi tecrîdê re venêrîn û lêkolînên objektîf û bêalî tên astengkirin. Çimkî tecrîd qadeke ku gelek kêfiyetî tê de ne. Li Îmraliyê pêkanînên kêfî gelek in. Bi vê re nahêlin malbat, parêer û heyetên serbixwe biçin Îmraliyê. Çimkî li wir pergaleke tecrîdê heye. Ev pergal, pergaleke ku kontrolkirin û venêrînê qebûl nake."
'KONSENSUS NEGUHERÎ'
Gunay, bal kişand ser helwesta dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE), DMME û CPT'yê jî û destnîşan kir ku divê ev helwest ji komploya 1999'an ve bi awayekî serbixwe neyê nirxandin. Gunay, bi bîr xist Ocalan bo komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û got: "Wê demê YE, DYA, Îsraîl û NATO jî di nav de bi konsensuseke navdewletî ev komplo pêk hat. Yanî DMME û CPT ku li Îmraliyê venêrînê dikin jî perçeyeke sereke ya vê konsensusê ne ku mekanîzmayên dewletên YE'yê ne. Yanî polîtîkayên dewletan, di mantiqa venêrîna van mekanîzmayan de xwe dide der. Hiqûq li gorî normên hiqûqa gerdûnî pêk nayê. Feraseta hiqûqeke ku li gorî berjewendiyên dewletan şikil digire heye. Bi vê re peyamek tê dayîn. DMME bi biryara xwe ya dawî ya der barê Ocalan de a rast dibêje 'Em hîn jî girêdayî konsensusa 1999'an e.' Her wiha CPT jî heman peyamê dide. Dewletên vê mekanîzmayê pêk tînin ji hev re dibêjin 'Hîn jî em di konsensusa koploya 1999'an de ne.' Dibe ku awa guherî be, lê naverok heman tişt e."
'VEGUHERÎ AWAYÊ RÊVEBERIYÊ'
Gunay, bilêv kir ku hevdîtina fizîkî ya bi Ocalan re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê, piştî pergala li Îmraliyê ji holê bê rakirin wê tecrîd ji holê rabe. Gunay bal kişand ser hevdîtina 12'ê Çileyê ku Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin çêkir û got: "Bi awayekî fizîkî pêwendîdanîna bi Îmraliyê re, bîrbiriyeke nakokiyî ye. A rast awayê bîrbiriya rêveberiya AKP'ê ye. Tecrîdê dike tiştekî ki rêzê, lê belê pergala tecrîdê ne pergaleke hêsan e. Niha tecrîd veguheriye awayekî rêvebirinê. Çimkî AKP, felsefeya xwe ya rêveberiyê bi vî awayî li civakê disepîne."
'DIŞIBIN HEV'
Guney, destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdê bê Leyla Guven û zêdetirî 200 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye û bi çalakiyên tên kirin xwedî li daxwazên Guven û girtiyan tê derketin. Gunay, çalakiyên niha şiband çalakiya 1999'an a "Hûn nikarin roja me tarî bikin" a ji bo xwedîderketina li Ocalan û got: "Wê çaxê li her çar perçeyên Kurdistanê, li Ewropa û Rûsyayê çalakî dest pê kirin. Yek ji çalakiyên wê demê ku komploya navdewletî pûç kir çalakiya 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bû. Rewşa niha jî dişibe vê yekê. Ji bo daxwazên Guven û girtiyan bên qebûlkirin niha li gelek deverên cîhanê çalakî hene. Li dor Ocalan çandeke berxwedanê heye. Ev tiştekî pir girîng e. Çimkî mezinahî û biçûkahiya çalakiyan tune ye. Hemû çalakiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê, wê wê pergalê lawaz bikin û ji holê rabikin."
Gunay, anî ziman ku hemû gavên tecrîdê bi paş ve dibe bi berxwedanê pêkan in û got: "Ev yek bi lutfa tu dewletan nebû. Bi berxwedana gelê kurd bû. Ya pêvajoya 99'an vala derxist ev berxwedan bû. Her wiha wexta di 2009'an de mudaxileya fizîkî çêbû, bi çalakiyên gelê kurd pencereyeke mezin vekir û bi paş ve gav da avêtin. Berxwedan bi xwe ewlehiya temînata mafê jiyanê ya li Îmraliyê ye. Ev temînat berxwedana gellê kurd e. Û mafê jiyanê yê gelê kurd jî temînata berxwedana Birêz Ocalan e. Çimkî di navbera herduyan de jî denklemeke rast heye. Divê ev herdu ji hev neyên veqetandin. Di navbera azadiya Ocalan û azadiya gelê kurd û Rojhilata Navîn de hevgiriyeke rast heye. Ev yek bi girêdaneke ku tu carî ji hev nayê veqetandin pêk tê."
'TU TIŞT NE TESADUFÎ YE'
Gunay, anî ziman ku dewlet pir baş hay ji vê girêdanê ve heye û got: "Her gotineke Îmraliyê wê kurdan bêtir nêzî azadiyê bike. Her gotineke ji bo pêkanîna perspektîfa neteweya demokratîk wê li civakê xwedî beramberiyekê be. Wê ev jî bibe sedema rûxandina netew-dewletê. Wê bibe sedema lawazbûna pergala kapîtalîst. Wê bibe sedema pergala dagirkerî û talankeriyê." Gunay, anî ziman ku li Rojhilata Navîn tu tişt ne tesadufî ye û got: "Li Rojhilata Navîn tu gav ne tesadufî ne. Ji bo çi ez wiha dibêjim; şideta li hemberî jinê, taciz û tecawuzên tn kirin û her wiha taciz û tecawuzên li hemberî zilam tên kirin yek ji wan jî ne tesadufî ye. Ev yek, pêngaveke li dijî paradîgmaya azadiya jinê ya di teza Ocalan de ye."
'GOTINA DAWÎ YA BERXWEDÊRAN E'
Gunay, destnîşan kir ku gotina dawî ya berxwedêran e û got: "Ev yek di hemû mînakên cîhanê de pir zelal e. Wê gotina dawî ya berxwedêran be. Ez vê yekê ji ber tecrûbeyên xwe yên li Îmraliyê û parêzeriyê dibêjim. Tu pêngaveke berxwedanê jî li girava Îmraliyê li valahiyê neçûye. Ew ronahiya li malê hat pêxistin û tefandin jî vala neçû, çalakiyên greva birçîbûnê jî li valahiyê neçûn. Ev hevsengiya xwezayê ye. Gotina dawî ya berxwedêran e. Dibe pêvajoyeke zehmet be, lê ev nayê wateya ku dê berxwedêr bi ser nekevin. Divê azadî bi ser bikeve ku faşîzma AKP'ê bi paş ve gav bavêje, pergalên kapîtalîst birûxin."
MA / Mehmetşah Oruç - Ozgur Paksoy