STENBOL – Parlementerê HDP'ê yê berê Ertûgrûl Kurkçu, diyar kir ku divê daxwaza Leyla Guvenê bi awayekî aşkere bê bilêvkirin û ji bo vvê çi hewce be divê bêkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 79'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li 59 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya zêdetirî 200 girtiyî jî didome. Parlementerê HDP'ê yê berê û Serokê Fexrî yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu bal kişand ser tecrîdakirina Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê.
‘DIVÊ ÎTIRAZKIRIN HEBE'
Kurkçu bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Hemû pêkanînên ku ji sala 2015'an ve ji aliyê hikûmetê li ser Birz Ocalan, çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Wê ev tu carî wekî tiştekî rewa neyê qebûlkirin û di qanûnê de beramberiyeke wê tune ye û pêkanîneke xedar e. Teqez li dijî vê divê îtirazkirin hebin."
‘VEGUHERÎ TEVGEREKE GIRSEYÎ'
Kurkçu, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên borî û got: "Çend roj berê min di îdianameyekê de ferq kir ku a rast di sala 2016'an de li Amedê komek hevalên me hamn tişt dabûn destpêkirin. Li wir ez jî axivîme. Ji ber vê doz hatiye vekirin. Yanî nêzî 3 sal in bêdengiyek heye. Pêngava Leyla Guvenê şikandina vê bêdengiyê ye. Wexta Leyla Guven ev yek da destpêkirin, amadekrî çiq s hatibûn kirin. Bi gelemperî pêwendiya li girtîgehan baş bû? Nizanim. Lê belê niha bi beşdarbûyîna hin girtî û hikumxwarên şoreşger ev yek veguheriye tevgereke girseyî. Vê carê li civakê beramberiyeke wê çêbû. Ev yek kir ku dewlet vê yekê binrixîne."
Her wiha Kurkçu ji bo hevdîtina Mehmet Ocalan jî got: "Derket holê ku ev ne pêngaveke ku herkes li bendê bû. Bi ya min ne Leyla Guven û ne girtî û hikumxwar û ne jî raya girtî ev yek esas negirtin û niha didin pêyî çareseriyeke rasteqîn. Lê bel zeman zû diherike. Loma berî ku mirin rû bidin divê bersiveke erênî bê dayîn û ji bo vê jî pêdivî bi piştgiriyeke polîtîk, navdewletî û qanûnî heye." Kurkçu, anî ziman ku greva birçîbûnê hêdî hêdî berbelav dibe û got: "Her ku ên li hundur xurt dibin, ên li derve jî guhê xwe vedikin. Ji ber pêvajo niha pêvajoya hlbijartina herêmî ye, divê HDP vê yekê têxe rojeva xwe û bi vî awayî nêzî partiya muxalefetê bibe. MHP êdî ne partiya muxalefeta sereke ye, partya îktîdarê ye. Heta lêpirsîna îtiraza CHP'ê nekeve rojevê ev yek venaguhere îtirazeke parlementeriyî. Çimkî, jixwe HDP ne li dijî vê ye, loma li holê nûçeyeke nû tune. Nûçeya nû dibe ku helwesta CHP'ê be. Wisa difkikirim di vî warî de êdî rexne dibe, hişyarî dibe, ravekirin dibe çi dibe bila bibe divê bê kirin."
‘MESELE TENÊ NE MESELEYA AKP Û OCALAN E'
Kurkçu, ji bo helwesta çapemeniyê ya ji bo grevên birçîbûnê jî got: "Yek, çapemeniyeke Erdogan heye û ya din jî medyaya civakî ye ku her diçe berbelav dibe û dibe dengê muxalefeta civakiyî. Loma divê ên medyaya civakî bên agahdarkirin. Bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û çûyîna Leyla Guvenê ya parlementoyê bi hev ve girêdayiye. Lê divê em vê yekê teqez bilêv bikin, wextê me pir hindik maye. Bi qasî dizanim ev mijar di rojeva Strasburgê de ye jî. Lê belê Strasbûrg ne tevahiya Ewropayê ye. Divê Almanya û Fransa jî guhên xwe vebikin. Tevgera Fransayê li parlamentoyê helwesteke girîng nîşan bide wê pir bibandor be. Liv û tevgera Demokrastên Civakî yên Alman, partiya Karkeran a Brîtanya jî girîng e. Çimkî ev koalîsyon an jî partiyên îktîdarê divê vê meseleyê ji Tirkiyeyê re vebêjin. Mesele tenê ne meseleya AKP û Ocalan e. Meseleya Tirkiyeyê û hemû cîhanê ye. Eger Leyla Guven jiyana xwe ji dest bide, em ê bi pêvajoyeke aloziyî ya pir mezin re rû bi rû bimînin. Loma divê demildest muxalefeta sereke xwedî li vê derkeve."
MA / Sadiye Eser