AMED- Polîsan bi ser salona ku wê civîna danasîna namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyan pêk bê de girtin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro bi beşdariya hevserokên giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li Eywana Konferamsê Ayaz Elegance ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê namzetên xwe eşkere dike. Polîsan beriya civîn dest pê bike bi ser salonêde girt û li salonê lêgerîn kir. Polîsan dest danîn ser hemû cilên nivîsa "Li dijî tecrîdê, têkoşîna Leyla Guven a me ye" nivisîn û wêneyên hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 78 roj in di girtîgehê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê.
Polîsan piştî serdegirtinê şêwirmendê koma HDP'ê Emrullah Yalçin û xebatkarên HDP’ê Murat Gokdag, binçav kirin. Yalçin û Gokdagê birin navenda polîsan û piştî îfadeya wan hatin berdan.