MANÎSA – Girtiyê siyasî Yasîn Gungor, li Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê. Dayik û bavê Yasin Gungor, bi armanca piştgiriyê bidin kurê xwe 15 rojin di greva birçîbûnê de ne.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin 78 rojin di greva biçrîbûnê de ye. Piştî Guven dest bi greva birçîbûnê kir, li hemû girtîgehan girtiyên PKK û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya 10 roj dorveger û bê dawî kir. Di 16'ê kanûnê de li gelek girtîgehan koma ewil a giriyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî bû bêdorveger kir. Girtiyên siyasî 39 rojin di greva birçîbûnê ya bêdawî bû bêdorveger de ne. Niha li 234 girtiyên siyasî ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Yek ji van girtiyên ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger Yasîn Gungor ê li Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê ye. Piştî Yasîn Gungor ket greva birçîbûnê dayik û bavê Yasîn Sacide Selamettin Gungor jî ketin grevê û 15 rojin di greva birçîbûnê de ne. Malbata Gungor ku li navçeya Akhisarê ya Manîsayê dijîn, bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe li mala xwe ya Akhîsarê ketine grevê. Malbata Gungor ku 15 rojin di grevê de ne, dixwazin demek beriya demekê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.
Bav Selamettin Gungor, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd keseki pir bi wate û girîng e û wiha got: "Divê demek beri demekê tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin bi lez daxwazên girtiyan qebûl bikin û tecrîdê bi dawî bikin."