RIHA - Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê, ji ber bê eleqedariya Şaridariya Bajarê Mezin a Rihayê bûye qada govendê. Ciwanên ku ji bajarên derve hatin li şûna kaşûnê bikin li ber newaya "Ditiri ditiri" govendê digerînin.
Navenda Kaşûnê ya Uludag a Bûrsayê ku 2 hezar û 543 metre ji bahrê bilintir e, bi hevkariya Wezareta Turîzmê, midûriyeta bajar û herêmê, bi mêvanxaneya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) û gelek tesîsên taybet xizmetê dide mêvanên xwe. Lê li Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ya Rihayê ku Hezar û 919 metre ji bahrê bilintir e, ji ber xizmet nayê dayîn, mêvan li şûna kaşûnê govendê digerînin.
Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxê ku di navbera Riha û Amedê de ye, ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê xizmetê nake, mêvan û welatiyên ji bo kaşûn û kaşkaşokê diçin, li şuna kaşûnê diçin pîknîkê. Ji ber ku rê nehatiye avakirin welatî bi zor û zahmetî diçin qada Navenda Kaşûnê. Navenda Kaşûnê ku 140 km dûrî Rihayê, 50 km dûrî Amedê û 150 kilometre dûrî Mêrdînê ye, bilindahiya berfê digêje 2 metroyan. Her çend berfa Qerejdaxê zêde be û ji bo kaşûnê guncav be jî, lê ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê xizmetê nade, welatiyên ku ji bajarên derve tên vir, li şûna kaşûnê govendê digerînin û pîknîkê dikin. Ciwan û welatiyên ku ji Riha, Semsûr, Amed, Mêrdîn Meletî, Xerpqêt û gelek bajarên din tên vir, ji ber xizmeta rê, mêvanxane û xizmetên din nehatiye kirin nikarin li kaşûnê kaşkaşiyê bikin. Welatiyên bi maşîneyên xwe diçin wir, li qada 500 metrekare cemedê bi 10 TL maşîneyên xwe park dikin. Rayedarên qada Kaşûnê, ji ber ku li navenda Kaşûnê taximê kaşkaşê û lepikan bi kirê didin û hêjmar pir kêm e, welatiyên du diçin wir, nikarin kaşûnê bikin. Yên ku li Kaşûnê kaşkaşiyê dikin jî ji ber bê perwerde dikevin qadê ji pîstê derdikevin û teqil dibin. An jî li hev dikevin û teqil dibin. Welatiyên ji bo kaşûnê tên vir, li şûna kaşkaşiyê goşt li şîşan dixin û li dora sorkirina goşt govendê digirin.
Lavabo û tuwaletên ku ji bo xizmetê hatine avakirin jî ji ber ku ji berfê nehatiye paqijkirin welatî nikarin bikar bînin. Disa yekîneyên tenduristiyê ku karibin bi lez mudaxaleyî qezayan bikin li vê qatê tune ye. Ciwanên ku ji bo kaşunê tên û xeyalên wan bi avê de diçin, li ber newayên “dittiri dittiri” gavendê digerînin.
MA / Arjin Dilek Oncel