AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û got: “Heta tecrîd ranebe wê ev gel li ber xwe bide. Rakirina tecrîdê daxwaza gelê kurd e. Heta aştî, demokrasî û azadî pêk were dê çalakiyên me dewam bikin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Oclaan di roja 78’emîn didome. Li gelek girtîgehan jî 234 girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Parlamentera HDP’ê ya Amedê RemziyeTosun bal kişand ser grevên birçîbûnê û tecrîdê.
Tosun da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan a ji 1999’an ve her ku diçe girantir dibe û got: “Ev sê sal in tecrîd hatiye şidandin. Hem gelê kurd û hem jî gelên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin. Leyla Guven ji bo tesîskirina aştiyek mayînde ketiye greve. Heta daxwazên Guven û girtiyan neyên qebûlkirin dê çalakiyên me dewam bikin.”
‘WÊ NIKARIBIN HESAB BIDIN’
Tosun bal kişand ser bêdengiya hikumetê ya li hember grevên birçîbûnê û wiha domand: “Divê hikumet demildest ji bo daxwaza çalakgeran gav biavêje. Heke ji girtîgehan xeberek mirinê were, dê hikumet jî nikaribe hesabê vê yekê bide.”
‘GEL DÊ LI BER XWE BIDE’
Tosun destnîşan kir ku îtîfaqa AKP-MHP’ê li ser şer derxistinê hatiye avakirin û wiha got: “Îtîfakek faşîst e. Guh nade daxwazên gelê kurd. Lê her roja diçe çalakî belav dibin. Nikarin bikevin pêşiya çalakiyên me. Bila demildest daxwaz bên qebûlkirin. Wê gelê kurd vê bêdengiyê bişkêne û rabe serhildanê. Gel li benda çirûskekê ye. Heta tecrîd ranebe wê gel li ber xwe bide. Rakirina tecrîdê daxwaza gelê kurd e. Daxwaza Guven û daxwaza girtiyan daxwaza me ye. Heta pêkanîna aştî, azadî û demokrasiyê dê çalakiyên me dewam bikin.”
‘MEŞALEYA WAN DEWR GIRTINE’
Tosun anî ziman ku hikumet bi destê polîsan dixwaze tirsê li ser gel çêbike û li gel van hemû hewldanan jî gel natirse û li ber xwe dide. Tosun çalakiya berxwedêrên Zîndanan Amedê ya salên 80’yî bi bîr xist û got: “Meşaleya rojiya mirinê îro Leyla Guven û girtiyên siyasî dewr girtine. Em bang li gel dikin; xwedî li daxwaza Guven û girtiyan derkevin. Bila her kes rabe ser piyan.”