NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 78 roj in di greva birçîbûnê de ye, kampanya îmzeyan a navnetewî pêl bi pêl belav dibe. Di kampanyayê de zêdeyî 8 hezar û 100 îmze kom bûn.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 78'an de berdewam dike. Çalakiya Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berdewam dike. Rêzeçalakiyên ji bo piştevaniya Guven roj bi roj berbelav dibin. Li ser change.org’ê kampanyaya îmzeyan a navnetewî hat destpêkirin. Kampanya îmzeyan di nava 5 rojan de 8 hezar û 100 îmze derbas kir.
Lînka kampanyaya îmzeyê wiha ye: