ŞIRNEX - Li Silopiyayê, 18 sal berê qereqolê gazî Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş kiribû û Taniş tevî rêveberê partiyê Ebûbekîr Denîz çûbû qereqolê, lê belê ji wê rojê ve agahî ji wan nayê girtin. Keça Ebûbekîr Denîz, Ceylan Denîz got, zarokatiya wê ji destê wê hatiye girtin.
Di 25'ê Çileya 2001'ê de Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê gazî Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş kir, li ser vê Taniş tenî rêveberê partiyê Ebûbekîr Denîz çû qereqolê, lê belê 18 sal in agahî ji wan nayê girtin.
'ME DEV JÊ BERNEDA'
Keça Ebûbekîr Denîz, Ceylan Denîz wexta bavê wê hat windakirin 5 salî bû. Denîz, anî ziman ku ew di telefonê de hîn bûne ku bavê wê hatiye windakirin, lê belê piştî hin şahid derketin holê hêzên dewletê jî bûyer qebûl kiriye. Denîz, bilêv kir ku bi salan e ew ji bo aqûbeta bavê xwe û hevalê wî tev digerin lê belê heta niha tiştek bi dest wan neketiye. Denîz got, ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
'ZAROKATIYA ME JI DEST ME STENDIN'
Denîz, ji bo windabûna bavê xwe got: "Tenê ne bavê me, zarokatiya me jî ji dest me stendin. Bi salan e ev kêmasî heye. Li malê her ku em li ser sifreyê rûdinên, çav li wêneyê bavê xwe dikevim. Wexta dimeşim jî xeyalana çêdikim û dibêjim 'wexta bê gelo wê berteka min çawa be.' Piştî bavê min hat windakirin, rewşên bi vî rengî rû dan. Em ne yên dawî bûn."
'HEVRÊYÊN WÎ ALAYÊ BILIND DIKIN'
Denîz, destnîşan kir ku ew ji ber têkoşîna bavê xwe serbilind in. Denîz, bilêv kir ku ji ber gelê navçeyê tim bavê wê bi bîr tîne ew kêfxweş dibin. Denîz, diyar kir wexta bavê wê hat windakirin çewisandin zêde bûn, niha jî heman çewisandin li ser derdorên muxalif tê kirin û got: "Her çend pêvajo zor û zehmet be jî, lê belê niha hevrêyên bavê wên alaya wî bilind dikin. Ev ji bo me cihê serbilindiyê ye."
ÇI BIBÛ?
Di 25'ê Çileya 2001'ê de Serokê HADEP'ê Serdar Taniş, ji bo xeta telefonê bikişîne avahiya partiyê tevî birayê xwe Eyyup çû PTT'ê. Li ber PTT Çawîşê Psipor Taşkin Akyun û kesekî din Taşkin dan sekinandin û xwestin li wesayîtê siwar bibe. Lê belê Taşkin nexwst li wesayîta wan siwar bibe û ji cihê bûyerê çû. Lê belê qedereke şûnde Akyun gazî Taşkin kir ki were qereqolê. Li ser vê Taşkin tevî rêveberê partiyê Ebûbekîr Denîz çû qereqolê. Ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin.
Li ser vê malbatên Taniş û Denîz gilî kirin û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî der barê 47 leşkerên Fermandariya Alayê ya Şirnexê de lêpirsîn da destpêkirin. Fermanadarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz û Fermandarê Cendirmeyan a Silopiyayê Suleyman Can ku wekî berpirsiyarên windakirina Taniş û Denîz tên zanîn, di nav lêpirsînê de cih negirtin û piştî demekê şûnde lêpirsîn bi biryara "neşopandinê" biencam bû. Levent Ersozê ku tim bi kiryarên nediyar di rojevê de ye, veriya bûyerê bi 25 rojan gazî bavê Taniş, Şûayîp Taniş kiribû û gef lê xwaribûn. Her wiha axaftina wan a di telefonê de di dosyeya lêpirsînê de jî cih girt.
DMME TIRKIYEYÊ MEHKÛM KIR
Piştî hemû rêyên hiqûqa navxweyî xitimîn malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME, der barê Taniş û Denîz de biryar da û xwest Tirkiye 172 hezar Ewûro tazmînatê bide malbatên wan.