WAN - Li Wanê nûnerên rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo tecrîdê hatin destpêkirin di asta krîtîk de ne û xwestin bêyî mirin çêbibin daxwaz bên qebûlkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyan ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin didome. Nûnerên rêxistina civaka sivîl ên li Wanê gotin divê herkes deng bide van çalakiyan.
‘DAXWAZA GUVENÊ HIQÛQÎ YE'
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Savaş Avci, diyar kir ku daxwaza greva Leyla Guven daxwazeke hiqûqî ue û got: "Li gorî Qanûna Înfazê ya Tirkiyeyê hikumxwar dikare her hefte hevdîtinê bi malbata xwe re çêbike. Mafê hevdîtina girtî û hevdîtina vekirî heye. Her wiha mafê hikumxwaran heye ku bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê çêbikin. Yanî li Tirkiyeyê divê Qanûna Înfazê li gor madeya wekheviyê ya Qanûna Bingehîn ji bo hemû hikumxwaran pêk bê. Lê belê mirov tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan fêm nake. Qanûn û înfaz li gor kesan nabin. Loma tecrîda li ser Ocalan biryareke siyasî ye."
‘DI ASTA KRÎTÎK DE NE'
Li gorî rapora rêxistinên civaka sivîl, li girtîgehên Tirkiyeyê di dîrokên cuda de gelek çalakiyên greva birçîbûnê hatine kirin û di gelek grevan de mirin çêbûne. Avci got: "Çalakiyeke ku 75 roj derbas kirine, di asteke krîtîk de ye. Wexta em li mînaka Îrlandayê û hemû mînakên din ên li cîhanê dinerin, di asya 40, 45, 50 rojî de mirin rû dane. Em dixwazin berî mirin çêbibin ev yek bê çareserkirin. Ev ji bo dewletê jî ne tiştekî zehmet e. Her diçe hejmara kesên dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger zêde dibin."
'DIVÊ DAXWAZÊN GUVENÊ BÊN QEBÛLKIRIN'
Endamê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç jî , anî ziman ku çalakiya Leyla Guvenê di asta krîtîk de ye. Yavîç, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên berê û ji bu careke din tijtên xetere rû nedin ew têdikoşin. Yavîç, bilêv kir ku daxwaza Guvenê li gor hiqûqa navxwey,î ya Tirkiyeyê û hiqûqa navdewletî mafeke bingehîn e û divê ev pêk bên.
'SERLÊDANÊN ME NAYÊN QEBÛLKIRIN'
Yavîç got: "Ji bo di grevên birçîbûnê de mirin rû nedin çi bikeve ser milê kê divê bike. Bi vê mebestê me Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê ji bo grevên li herêma me hin serlêdan kirin. Odeya me dixwaze tenduristiya kesên di grevê de kontrol bike. Lê mixabin serlêdanên me nayên qebûlkirin. Ji bo di grevên birçîbûnê de mirin rû nedin, divê raya giştî û hemû sazî bi hesasiyet tev bigerin û çi bikeve ser milê wan bikin."
‘BERPIRSIYAR MECLÎS E'
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî got: "Meclîs heta niha ji bo parlementera xwe gavek jî enavêtiye. Meclîs ji tenduristiya Leyla Guvenê berpirsiyar e. Daxwaza Birêz Guvenê bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e, daxwaza wê ew e ku parêzer û malbat bikaribe hevdîtinê pêk bîne. Eger hiqûqa li Tirkiyeyê rast bê bikaranîn, mafê Birêz Ocalan e ku hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re pêk bîne."
‘DIVÊ DAXWAZA GUVENÊ BÊ QEBÛLKIRIN'
Melet, bal kişand ser rewşa tenduristiya Guvenê jî û got: "Eger ji niha û pê ve ji bo Leyla Guven gavek neyê avêtin, wê rewş krîtîktir bibe. Grev biqede jî wê xesarên mayînde lê peyda bibin. Eger rewşa Leyla Guvenê xirabtir bibe wê çalakî zêdetir bibin. Ji bo ev pêk neyên divê dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê û daxwaza Leyla Guven û hevalên wê bê qebûlkirin. Ji bo vê yekê em bang li serkomar û Wezareta Dadê dikin. Divê parlementer dengê xwe li dengê Leyla Guvenê zêde bikin û ji bo rê li mirinê bê girtin çi bikeve ser milê kê divê bike."