Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin

  • rojane
  • 12:01 23 Çile 2019
  • |
img

AMED – Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik got: “Em ê birînên gel bi hev re bipêçin. Hedefa me ya ewil ew e ku em ê Amedê bikin bajarê jinê.” Namzetê din Selçuk Mizrakli jî got: “Ev meş ne meşa me ye. Wê ev meş bibe meşa gel a derdora nirxên pê bawer e.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Parlamenterê HDP’ê Adnan Selçuk Mizrakli da nîşandan. Uyanik û Mizrakli piştî navê wan aşkere bû ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
ADNAN SELÇUK MIZRAKLI KÎ YE? 
 
Adnan Selçuk Mizrakli di sala 1963’an de li navçya Siwêregê ya Rihayê hat dinê. Bi boneya bavê wî karmend bû 16 sal li Eskîşehîrê ma. Dibistana serete, navîn û lîse li Eskîşehîrê xwend û pişt re ji Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê mezûn bû. Mizrakli 3 salên ewil ê pîşeya xwe li Enqere û Yozgatê derbas kir. Mizrakli di sala 1991’an de li Amedê dest bi bijîşkiyê kir û 27 sal li nexweşxaneyên cuda yên Amedê wek pisporê cerahê wezîfe kir. Mizrakli ji salên 90’î heta niha di nava xebatên civakî û siyasî de cih girt. Herî dawî di Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de li Amedê wek parlamenterê HDP’ê hat bijartin. Mizrakli zewicî û bavê 3 zarokan e. 
 
HULYA ALOKMEN UYANIK KÎ YE?
 
Hulya Alokmen Uyanik di sala 1975’an de li Êlihê hat dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Êlihe xwend û pişt re ji Zanîngeha Dîcleyê ji beşa tenduristiyê mezûn bû. Ji sala 1995’an ve li saziyên cemaweriyê wek hemşîre xebitî. Ji salên 2000’î vir ve di nava Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Platforma Jinan a Amedê de têkoşînê birêve bir. Uyanik di sala 2001’an de sirgûnî Kutahyayê hat kirin. Di sala 2006’an de paş de vegeriya Amedê û di navbera salên 2011 û 2014’an de Serokatiya Şaxa SES’ê y Amedê birêve bir. Di navbera salên 2014 û 2017’an de endamtiya Desteya Kontrolê ya Navenda Giştî ya SES’ê birêve bir û di nava xebatên Komîsyona Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girt. Di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji wezîfeya xwe hat îxrackirin. Uyanik zewicî û dayika du zarokan e.
 
KIŞANAK Û ANLI SILAV KIR 
 
Alokmen Uyanik di axaftina xwe Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli silav kir û got: “Me dixwest em wezîfeyê ji Birêz Kişanak û Anli dewr bigirin. Lê mixabin di 3 salên dawî de tengezariyan me kişand. Bajarên me hilweşandin. Qeyûm tayîn kirin û vîna gelê me xesp kirin. Em bi vê ferasete re rû bi rû ne.” 
 
‘EM Ê ŞAREDARIYÊ RADESTÎ XWEDIYÊ WÊ ESIL BIKIN’ 
 
Uyanik bi bîr xist ku bi salan e HDP bi şîara “Em ê xwe jî û bajarê xwe ji bîrêve bibin” Amedê birêve dibe û got: “Armanca me ew e ku em şaredariya xwe û saziyên me yên hatine girtin carek din radestî gel bikin. Ev xespkirin li ber çavê her kesî ye. Arezûya me ew e em saziyan radestî xwediyên wê yê esil bikin. Niha qeyûm her deverî dagir kiriye. Em ê her deverê ji xizmeta gel re vekin. Hemû mêjî û nirxên kurdan xwestin ji bajêr paqij bikin. Lê bila dizanibin şaredarî ne cihê zordestiyê ye. Şaredarî cihê xizmeta ji bo gel e.”
 
‘EM Ê BI HEV RE BIRÎNÊN XWE DERMAN BIKIN’ 
 
Uyanik Amedê wek “bajarek birîndar” nirxand û got: “Îro birînên me bêtirin. Em ê bi hev re birînên xwe bipêçin. Em ê Amedê veguherînin halê berê. Em bikin ku her kes dikaribe li Amedê xwe bi ramanek azad bîne ziman. Em ê şaredariyake wekheviya zayendî birêve bibin. Em ê vîna jinan derxin holê û Amedê bikin bajarê jinê.” 
 
‘EM ZAROKÊN VÊ AXÊ NE’ 
 
Uyanik da zanîn ku HDP li Amedê hakimî pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî ne û got: “Em zarokên vê axê ne. Em li van deran mezin bûn. Em bi bawerin ku em ê van pirsgirêkan bi gelê xwe, jin û jinan re çareser bikin. Em bi bawerin ku dê vîna gel bi ser bikeve.” 
 
MIZRAKLI: EM BI RAKIRINA DÎWAR Û SÎNORAN RE TENÊ NEMÎNIN 
 
Selçuk Mizrakli jî bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye xespkirin û ev xespkirin bi destê rêveberiya navendî pêk hatiye. Mizrakli destnîşan kir ku vîna hatiye xespkirin ew ê dîsa bi vîna gel paş de bi dest bixin û wiha got: “Me berê jî gotibû. Şaredarî tenê ne saziyek e. Saziyek ku civak dikare xwe bi xwe birêve bibe ye. Em ê şaredariyek gel û civakî ji bo gelê Amedê biafirînin. Em ê bi rakirina dîwar û deriyên qeflekirî re bi sînor nemînin. Em ê wir ji sazîbûnê derbixin û bînin halê ku rêveberiya gel. Em ê keda hevalên xwe yên girtî û yan jî hatine sirgûnkirin zêdetir bikin. Em ê xwedî li ked û têkoşîna wan derkevin.” 
 
‘EV MEŞA GELÊ ME YE’ 
 
Mizrakli anî ziman ku ji sala 1999’an vir ve HDP bi feraseta rêveberiyên herêmî tevî hemû derfetên zor xizmetek şaredariya gel afirandiye û ew ê ji niha şûn ve ferasetek şaredariyê ya bi hêz birêve bibin. Mizrakli diyar kir ku ew ê bikin ku li bajêr her kes bibe xwedî pêşniyarek û gotinekê û got: “Ev meş ne meşa me ye. Wê ev meş bibe meşa gel a derdora nirxên pê bawer e.” 
 
‘EM Ê BIKIN BAJARÊ RAMANÊ’ 
 
Mizrakli anî ziman ku gelek karê ew bikin heye û got: “Em ê xwe bi xwe birînên xwe derman bikin. Em ê bajar ji nû ve zindî bikin û em ê bikin bajarê fikr û ramanê. Em modelek ku ji cîhanê re bibe mînak li pêş bixin. Jixwe tecrûbeya me ya 16-17 salan heye. Em ê li ser vê tecrûbeyê tecrûbeyên nûjen zêde bikin. Em ê rihek fedekar û piştevaniyê bikin bajarê rêveberiya civakî. Em bi gelê xwe û siyaseta xwe bawerin. Rêya me hemûyan vekirî be û ronî be.” 
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç 

Sernavên din

25/01/2019
09:00 ROJEVA 25'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:55 KE, ji Tirkiye xwest tecrîdkirina Ocalan rakin
08:35 Rêveberên Partiya Çep a Swêdê: Tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin
06:55 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 700 îmze derbas kir
06:52 Çalakiya Leyla Guven di roja 79'emîn de didome
24/01/2019
19:18 Sibê danişina doza Leyla Guven e
16:47 Li Îzmîrê 13 kes hatin binçavkirin
16:46 Li Cudî û Bestayê operasyona eskerî didome
16:28 Welatiyê ker û lal bi îdaya ‘propaganda kiriye’ binçav kirin
16:05 MYK’a HDP’ê li Amedê civiya
15:58 Rojnameger Coşkun derket pêşberî dadger
15:33 Ji Hezîranê heta niha tenê bijîşkek li Nisêbîne heye
15:33 Demîrtaş: Serê me jî biçe em ê rêya xwe şaş nekin
15:09 Rêxistinên maf ji bo Guven bang kirin: Daxwazan qebûl bikin
14:54 Buldan: Teqez emê bi ser bikevin
Temellî: Yên ruhê demê nexwînin dê biçin nava sergo
13:43 Kîbriye Evren: Li girtîgehan serdemek dîrokî pêş dikeve
13:21 Hevserokê HDP'ê Şerif Çamçi hat berdan
12:59 Rêxistinên cep ji Arjantînê ji bo Leyla nameya piştevaniyê şandin
12:59 HDP’ê muzîka hilbijartinê diyar kir
12:57 50 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Ocalan name şandin
12:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 784’emîn serlêdan kirin
12:16 Polîsan bi ser salona danasîna namzetên HDP'ê de girt
11:50 Duzdaş ji bo Leyla helbest nivîsî û stra
11:46 Ciwanen HDP’î: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî helwest bin
11:03 Dayik û bav ji bo piştgiriya zarokên xwe 15 rojin di grevê de ne
10:43 ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne'
09:58 Kaşûna Qerejdaxê qada kaşkajokê ye an qada govendê ye?
09:44 Tosun: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
09:30 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 8 hezar û 100 îmze derbas kir
09:06 18 sal in hêj aqûbeta Taniş û Denîz ne diyar e
09:06 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Demildest daxwazan qebûl bikin
09:05 Êdî şandina nameyan a ji Îmraliyê re jî qedexe ye!
09:03 Odeya mamosteyan e ya odeya polîsan e?
09:03 Danişîna rojnamevan Sayilgan sibê ye: Rojnamevanî tê darizandin
09:03 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Hêj kes nemiriye, daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2019'AN
23/01/2019
20:35 Ciwanan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
17:48 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 7 hezar îmze derbas kir
16:58 Delegeya KCD’ê Tok nehat berdan
16:49 Walîtiya Amedê civînek balkêş a ‘ewlehiya hepsê’ li dar xist
16:11 Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê nelirêtiya qeyda hilbijêran bir meclîsê
15:44 Fîncancî li zanîngehê dersa dawî da: Têkoşîna min dê bidome
15:43 Demîrtaş: Leyla Guven seknek bi rûmet nîşan dide
‘AKP-MHP û komek CHP’yî dest dan hev…’
14:47 'Ji bo bibin dengê Guven di 3'ê Sibatê de li Bakirkoyê bin'
14:33 Li malbatan zexta ‘bila dest ji greva birçîbûnê berdin’ dikin
14:00 Arslan: Dibe ku her kêlî agahiyek nexweş were
13:37 Leyla Guven ji jinan re name şand: Terîda Îmraliyê dê bişkê
12:58 Li ber girtigeha Mêrdînê çalakî: Tecrîdê bi dawi bikin
12:20 45 jin li dijî tecride di grevê de ne
12:01 Namzetên Hevşaredariya Amedê: Em ê bi hev re birînên gel bipêçin
11:18 Rastiya li Girtigeha Sîncanê ji cemaweriyê vedişêrin
10:08 AKP'ê ji Swêdê hilbijêrên xeyalî anî Mêrdînê
09:26 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 5 hezar û 900 îmze derbas kir
09:26 ‘Leyla rihek neteweyî ye divê çar parçe xwedî lê derkeve’
09:25 Serokê CHP'a Rihayê: AKP di 31'ê Adarê de nagêje miradê xwe
09:24 Ji Ûgûr Kaymaz heta Mazlûm Tûran: Her diçe daraz xirabtir dibe
09:23 Li quntarên Çiyayê Hezoyê bi zorê debara xwe dikin
09:23 Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye
09:19 Li girtîgehan derbkirin veguheriye rewşeke rûtîn!
09:19 Parêzer Ozturk: Daxwaza çalakgeran pêkanîna qanûnê ye
09:18 'Em cîhanê ava dikin, lê yên di bin de dimînin dîsa em in'
09:17 Çepnî: Ger gav neyên avêtin tekane berpirsiyar hikûmet e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2019'AN
07:57 Çalakiya Leyla Guven di roja 77'emîn de didome
22/01/2019
18:12 Ji ber pankarta der barê greva birçîbûnê de, polîsan avêt ser avahiya HDP'ê
17:20 Partiya Çep a Kesk: Ji bo mafê jiyanê bi lez gavan bavêjin
16:31 Oluç yê bang li YE, PE û CPT’yê kir: Rewşa Leyla Guven giran dibe
16:18 Jin li dijî derbkirinê li Ofîsê meşiyan: Em gavan paşve navêjin
15:59 Doza Ozgur Gundemê taloq kirin
15:32 Li Mêrdînê keyayên qeyûm tayînî şûna kirin hatin binçavkirin
15:10 12 roj in Guven nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike
14:37 HDP’ê nemzetên hevşaredarên 20 bajar û navçeyên wan aşkera kir
13:46 ÎHD: Li girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu îşkence dikin
12:59 ATK'ê ji bo Sîsê Bingol rapora skandal amade kir: Dikare li girtîgehê bimîne
12:12 Siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê dest bi çalakiya grevê kirin
11:42 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven hedefa 5 hezar îmze derbas kir
11:26 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'an de ye: Divê her kes deng bide vî dengî
11:11 Parêzerên Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan
09:57 YSK'ê Îtîraza HDP'ê ya li dijî qeydên polîs û eskeran ên nelirê red kir
09:33 Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê
09:26 Girtiyê muayeneya bi kelemçe qebûl nekir derb kirin
09:25 Di lêpirsîna Kampa Telhamûtê de 4 kes ji peywirê dûr xistin
09:24 Li Xelfetiyê di 20 xaniyên polîsan de Hezar û 847 hilbijêr qeyd kirin
09:23 Wezareta Dadê daxwaza TTB'ê ya ji bo Leyla Guven red kir
09:23 Doza Matbaaya Gunê: Hiqûqeke dijminatiyê heye
09:19 Wê Wezareta Karê Navxweyî tazmînatê bide malbata Şen a li Sûrê hat kuştin
09:18 'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me'
09:13 Serokê Partiya Mirov û Azadiyê Kamaç: Em ê li dijî tecrîdê bisekinin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2019'AN
08:42 Çalakiya Leyla Guven di roja 76'emîn de didome
08:32 Xwişka Mazlum Dogan hat berdan
08:29 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin berdan
21/01/2019
21:30 Nûçegihanên Jinnewsê Canozer û Elyakût hatin binçavkirin
18:10 Xwediyên xelata Nobelê ji bo Ocalan bang kirin
17:59 Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir
16:41 Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe
16:06 Rojnameger Kemal Ozer hat berdan
15:45 Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd
15:25 Daxwazên Karabak û Yildirim hat qebûlkirin
15:18 Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin