ENQERE - Li Girtîgeha Zarokan a Sincanê bûyer pêk hatibû. Di bûyerê de 6 zarok û 14 gardiyan birîndar bûbû. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan ji bo bûyerê lêkolîn bikin serlêdan kirin, lê Wezareta Dadê daxwaza serlêdanê red kir. Baroya Enqereyê ji ber vê astengiyê der barê rayedaran de gilî kir. Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nîlay Nayman jî serî li Wezareta Dadê û Îdareya Girtîgehê da, lê encam bi dest nexist.
Di 21'ê kanûna 2018'an de li Girtîgeha Zarokan a Sîncamê ya Enqereyê di satên êvarî de bûyer derketibû. Di bûyerê de 6 zarok û 14 gardiyan birîndar bûn. Piştî bûyerê Komîsyona Şopandina Pirsgirêkên Girtîgehan a Baroya Enqereyê, Parêzerên endamên Navenda Mafê Zarokan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwestin bi zarokên mexdûr re hevdîtin bike û serî li rayedaran dan. Lê tevî hemû hewldanan daxwazên komîsyon û ÎHD'ê hatin redkirin. Wezareta Dadê destûr neda ku Baroya Enqere û ÎHD li girtîgehê bi zarokan re hevdîtin bike. ÎHD'ê di 27'ê Kanûnê de serî li Wezareta Dadê da. Lê di 7'ê çile de li gorî xala 85'an a zagona 5275'an destûr nedan.
BARO SERLÊDANA SÛC KIR
Baroya Enqereyê jî ji ber daxwaza wan hat redkirin li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê serlêdana sûc kirin. Baroyê di serlêdana sûc de li ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî da û wihagot: "Di 21'ê Kanûna 2018'an de ji ber sedemek nediyar de li Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Sîncanê bûyer derketiye û Navenda Mafên Zarokan a Komîsyona Girtîgehan a Baroyê ji bo lêkolîn bike çûye girtîgehê, lê destûr nedane ku têkeve hundir. Di 22'ê Kanûnê de heyeta parêzeran disa ji bo bi zarokan re hevdîtin bike çûye, lê rêveberiyagirtîgehê heyeta parêzeran asteng kiriye û destûr nedaye hevdîtinê. Ji ber ku rayedaran erka xwe xerab bikar anîye baroyê der barê rayedaran de serlêdana sûc kiriye."
Baroye Serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da. Baroyê di serlêdanê de de diyar kir ku bûyer li Kawişa C-6 pêk hatiye û di heman kawîşê de du girtiyên birayên hev her yek rastî 5 roj cezayê hucreyê hatine. Girtiyên ku xewstine zarokan nedin hucreyan bi rayedaran re niqaş kirine û bûyer derketiye.
AGAHÎ PARVE NEKIRIN
Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Prz. Nilay Nayman diyar kir ku wekî ÎHD'ê mafê wan ê zarokan ziyaret bike li gorî xala 26’an a rêziknameyê heye û wiha got: "Me li gorî vî mafê xwe, xwest Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Sîncanê ziyaret bikin. Ji ber bûyera 21'ê Kanûna 2018'an me xwest lêkolîn bikin. Em û Komisyona Şopandina Mafên Zarokan a Baroya Enqereyê di heman rojê de çûn girtîgehê û me xwest bi zarokan re hevdîtin bikin. Lê rayedaran em nexistin girtîgehê û destûr nedan ku em bi zarokan re hevdîtin bikin. Piştî bûyerê bi 4 zarokên din re hevditin hat kirin. Lê ew zarok ji ber ku ne di nava bûyerê de bûn agahiyên saxlem nehatin dayîn. Rêveberiya girtîgehe jî agahiyên der barê buyerê de bi me re parve nekirin. Me wekî ÎHD'ê rapor amede kir û ji Wezareta Dadê re şand. Me xwest em wekî heyetekê bi lez bi zarokan re hevdîtin bikin. Em û komîsyona Baroya Enqereyê du caran çûn ziyareta girtîgehê. Lê hercu daran ji destûr nedan ku em bi zarokan re hevdîtin bikin. Destûr nedan ku zarok mafên xwe yên hevdîtinê pêk bînin. Ev li dijî hiqûqê ye. Ger ku kes hikûm xwaribe jî 3 caran mafê me yê hevditinê heye. Ger ku hikûmxwar zarok be ji ev mafê wî heye. Em carak yekem rastî pekaninek wisa tên. Daxwazên Baroya Enqereyê yên nivîskî jî li ber çavan nehat girtin. Piştî me serî li Wezaretê û rayedarên girtîgehê da serlêdanên me hatin redkirin. Ev fikarên me zêdetir dike. Em wekî parazvanên mafên mirovan dest ji vê meseleyê bernadin. Em dê heta dawi pêvajoya hiqûqî bişopînin."
MA / Berivan Altan