MÊRDÎN – Li navçeyên Mahsertê û Stewrê di nav de xizmên Namzetê Serokê Şaredariya AKP’ê yê Mahsertê Husamettîn Altundag ku ji Swêdê anîn hene 550 hilbijêrên xeyalî hatin çêkirin. HDP’ê li dijî van hilbijêran serî li desteyên hilbijartinê da. Serlêdan bi hêceta “belgeyên kêm” hat redkirin. HDP’ê vê carê serî li dozgeriyê da.
Serlêdanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji bo qeydên hilbijêrên polîs û esker jî di nav de yên bêrêbaz hatin çêkirin tên redkirin. Li navçeyên Mahsertê û Stewrê yên Mêrdînê jî qeydên hilbijêrên sexte derketin holê û nehatin jêbirin.
XIZMÊN XWE LI SWÊDÊ JÎ ANIYE
HDP’ê li dijî 139 hilbijêrên ji deverên cuda anîn Mahsertê serî li Desteya Hilbijartina Navçeyê da. HDP’ê di serlêdana xwe de cih da 18 hilbijêrên xizmê Namzetên Serokê Şaredariya AKP’ê ya Mahsertê Husamettîn Altundag jî ku li ser mala wî hatine qeydkirin û ev kes ji 10 salan zêdetir in li Îzmîrê dijîn.
Her wiha di serlêdana HDP’ê de hat gotin 47 xizmên Altundag ê AKP’yî yên li Îzmîr, Manîsa, Enqere, Dîlok, Stenbol, Meletî û Swêdê dijîn anîne li navçeyê qeyd kirin e.
LI MAHSERTÊ HÊCETA REDKIRINÊ ‘BELGEYÊN KÊM E’
Îtîraza HDP’ê bi hêceta “belgeyên îtîrazê ispat dike nîne” hat redkirin. Rêxistina HDP’a Mahsertê got di serlêdana wan de kêmasî tune bûye û wan hem di der barê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê û hem jî der barê 139 hilbijêrên xeyalî de li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî kirin e.
LI STEWRÊ 411 HILBIJÊRÊN XEYALÎ NEHATIN JÊBIRIN
HDP’ê li navçeya Stewrê jî li taxên Safa, Kaplan û Yenîlmez li 29 navnîşanên cuda 411 hilbijêrên xeyalî tespît kir. Îtîraza HDP’ê ya li dijî van hilbijêrên xeyalî hat redkirin. Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bi hêceta “Numreyên nasnameya TC’yê tam nehatiye nivîsandin” serlêdanê red kir.
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Stewrê Necdet Kavak got wan di îtîraza xwe nav û navnîşanan yek bi yek nivîsandine û di îtîraza wan de kêmasî tune bûye. Kavak bertek nîşanî helwesta desteya hilbijartinê da û got wan li dijî vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê daye.
LI MALA HEVŞAREDARÊ DBP’Î HILBIJÊRÊN XEYALÎ DERKETIN
Li aliyê din hat zanîn ku 40 hilbijêrên xeyalî li ser mala Hevşaredarê DBP’î yê Stewrê Mehmt Aydin Alokmen ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin derketine holê û di encama serlêdana Alokmen de ev qeydê xeyalî hatine jêbirin.”
MA / Ahmet Kanbal