ÎZMÎR - Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, destnîşan kir ku rewşa tenduristiya Leyla Guven di xetereyê de ye û got: "Ger gav neyên avêtin, tekane berpirsiyar Wezareta Dadê, parlemento û qesr e."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ket greva birçîbûnê ket roja 77'an. Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û girtiyên din û tecrîdê. Çepnî, destnîşan kir ku divê parlementera ku gelê Colemêrgê ew hilbijartiye li parlementoyê be. Çepnî, bilêv kir ku Guven li girtîgehê daxwaza gel a ji bo wekhevî, edalet, demokrasî û azadiyê diqîre û got: "Hin jê xwe li ser şer ava dikin. Li Îmraliyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Jiholêrakirina tecrîdê daxwaza bi milyonan mirovan e. Niha jî hevrêya me Leyla Guven vê yekê bi helwesteke şoreşgerî dike. A rast Leyla Guven ji me re dibêje 'ger dawî li şer neyê û ger em li dijî vî şerî têkoşînê bi rêxistin nekin û li Rojhilata Navîn derî li demokrasiyê venekin aştî nepêkan e.' Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Gotinên ji wir bên wê ji bo aştiyê bi kêr bên. Îktîdar ji bo pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi dehan caran çû Îmraliyê. Heyet hatin çêkirin û di heyetan de partiya me HDP bi berpirsiyarî tev geriya. Herkes dizane wê çaxê pevçûn sekinîn. Lê belê piştî wextekê şûnde mase hat qelibandin. Bi ser de şer gur bû. Li Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê û li Rojavayê li dijî modela demokratîk êrîş ketin dewrê. Li rojavayê welat jî çîna karkeran, hêzên kedkar û demokrasiyê gelek jê bêdeng bûn."
'ROLA GUVENÊ CEMEDBIRÎN E'
Çepnî, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ne pirsgirêka gelê kurd, sosyalîst û welatparêzan e, divê li rojavayê welat bibe daxwaza hemû derdorên doza kar, nan dikin, li dijî xizanî û diziyê têdikoşin. Çepnî, anî ziman ku wexta gel hemû bibin yek wê tecrîd ji holê rabe û got: "Divê dawî li vî şerî bê. Divê dawî li siyaseta şer a li dijî gelan bê. Leyla Guven sembola berxwedaneke mezin e. Li dijî bêdengî, tirsê dertê. Guven agirê berxwedanê li Zindana Amedê gur dike. Divê em hemû hişyar bibin û tev bigerin. Tevî gel divê em hemû li kuçe û kolanan bertek û helwestên xwe nîşan bidin. Rola Leyla Guvenê rla cemedşikandinê ye. Niha jî her diçe rewşa tenduristiya hevrêya me xedar dibe."
‘DIVÊ MUXATAB GAVAN BAVÊJIN'
Çepnî, bi bîr xist ku niha bi sedan girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û her diçe çalakiya greva birçîbûnê berbelav dibe. Çepnî got: "Muxatabê vê daxwazê hikûmet û dewlet e. Ji bo vê em bang li wan dikin ku gavine bavêjin. Qanûna Bingehîn tê binpêkirin û qanûn li gor kesan tên pêkanîn. Em yek çewt e. Em parsekiyê nakin an jî xwe navêjin dexla kesî. Eger gav neyên avêtin, tekane berpisiyarê vê yekê Wezareta Dadê, hikûmet, parlemento û qesr e. Ev yek di çarçoveya peymanên navdewletî de jî sûc e û wê encamên wê giran bin. Wê gelê me van pêkanînan tu carî ji bîr neke û teqez wê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide."
MA / Rûken Demir