AMED - Partiya Çep a Kesk, ji bo balê bikişîne ser daxwazên girtiyên li dijî tecrîdê ketine grevê bi banga "Ji bo Mafê Jiyanê em li Girtîgehan li benda çareseriyê ne!" daxuyanî dan û xwestin ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin rayedar bi lez gavên çaresekiyê bavêjin.
Berdevkên Partiya Çep a Kesk Eylem Tunceaellî û Sînan Tutal, bi armanca balê bikişine ser daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Ocalan 76 rojin di greva birçîbûnê de ye, daxuyanî dan. Tuncaellî û Tutal, diyar kirin ku Parlamentera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecrîd bi dawî bibe ketiye grevê û êdî jiyana wê ketiye krîtîk. Tunaellî û Tutal, dan zanîn ku herî kêm 250 girtî nêzî 38 rojin li girtîgehan di grevê de ne û wiha gotin: "Ji bo di beden û tenduristiya mirovên bedena xwe dane ber birçîbûnê de zerarên mayinde pêk neyên bi lez gavan bavêjin. Girtîyan ji bo îktîdar gavan bavêjin li girtîgehan dest bi greva bêdawî û bêdorveger kirine. Ji bo li girtîgehan zerarên mayinde û mirin pêk neyê û mafê jiyanê neyê binpêkirin, divê daxwazên girtiyan pêk bên û girtî dawî li çalakiyê bînin. Li vî welatî gelek mirovan bi grevên birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Em bang li her kesî dikin ku hestiyar û hişyar tev bigerin. Em wekî Partiya Çep a Kesk, bang li hikûmetê dikin ku bi lez gavan bavêjin. Em dixwazin li gorî hiqûqa gerdûnî gavan bavêjin."