STENBOL - Danişîna Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol û Eren Keskin û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan û rojnameger Hasan Başak, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Danişîn taloq kirin.
9'emin danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hatin girtin, Huseyin Aykol û Eren Keskin û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan û Hasan Başak, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Dozger nûçe û nivîsên qunçiknivîsan kir sedema sucdarkirinê. Prz Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû. Prz. Kiliç, xwest ev dosya û dosyayên berê bikin yek û bi yek dosyayê bên darizandin. Heyetê biryar da ku daxwaza parêzeran di rûniştinek din de binirxînin. Der barê Hasan Başak de berdewama biryara girtina wî da. Heyetê doz taloqî 7'ê Gulanê kir.