ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD'ê Trabzon, der barê rewşa Girtîgeha Beşîkduzu de rapor amade kirin. Di raporê de cih dan daxuyaniya girtî Cemal Nahirci, agahî a “Di 29'ê Mijdarê dema jimartinê de ez ji kawîşe derxistim. Ez û Adem Ozturk birin odeyek bê kamera û îşkence li me kirin. Deste min li pişt min kelepçe kirin û li min dan. Nêzî 15-20 deqîqeyan piyê min xistin feleqeyê û li bin piyê min dan.
Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkilî Girtîgîhea Tîpa T ya Beşîkduzuyê rapor amade kir û bi raya giştî re parvekir. Di raporê de cih dane gotinên girtiyan û hate diyar kirin ku êşkence li girtiyan tê kirin. Di raporê de hate gotin gel bi zehmetî diçe Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê û dema ku girtî sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê kirine tehde li girtiyan hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyên girtiyên bi navê Mahsûn Yuksekbag, Kerem Karagoz û Enes Aydogan, ên ku di raporê de cih girtiye, li ser girtiyan ferz dikin ku xwe tazî bikin û wiha ser wan seh bikin, her wiha her carê mîna ku nû diçine girtîgehê yek bi yek dîsa ferz dikin ku girtî xwe tazî bikin û wiha ser wan seh bikin, dema ku gritî vê qebûl nakin jî êşkence û tehdêyê li girtiyan dikin. Girtiyan gotin, midûrê qerdiyanan gotiye, ''Min dîtiye, girtiyê ku hijmar negotî bi rojan lêdan xwariye û miriye.''
NAHÊLIN BI KURDÎ BIAXIVIN, ROJNAMEYAN NADIN WAN
Girtiyan her wiha diyar kirin ku hatiye xwestin ku nehêlin girtî bi malbatên xwe re bi Kurdî biaxivin, rojnameyên ku ew dixwazin bi hinceta ku 'li bayiyan tine' nadin wan. Li gorî daxuyaniya girtiyê bi navê Ekrem Savci û Kokel Babet û Cengîz Topbaşli girtî di hucreyan de têne hiştin, dermanan nadin girtiyan, têkiliya girtiyên di hucreyan de bi kesekî re, bi tiştekî ra namîne, radyo û televizyonê nain wan û li gel ku ne hikimxwarî ye, mîna ku cezayê miebeta girankirî xwaribin miemeleyê bi wan dikin.
'KELEPÇE ÇEP LI ME DIXIN, ME DIXIN FELEQEYÊ'
Her wiha li gorî daxuyaniyên Cemal Nahirci û Nevzat Çapkin kelepçeyê çep li wan dixin, wan dikin feleqeyê û rojnameya Yenî Yaşamê li gel ku xwestine jî nadin wan. Di dawiya raporê de hate gotin ji Girtîgeha Rihayê 7 girtî sirgûnî Trabzanê hatine kirin, ku agahî ji wan nedihate standin, ji van Nevzat Çapkin, Vezîr Kayar û Ferzend Çîçek li Girtîgeha Beşîkduzu ne.