AMED - Saziya Tipa Edlî (ATK), li ruxmê rapora Zanîngeha Mêrsînê ya "Ji sedî 97 fonksiyonên wê yê bedenê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê talûke ye" jî raporek balkêş amade kir û got: "Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne."
Sîsê Bîngol a 85 salî ya li Girtîheja Jina ya Tarsûsê ye, di 2'yê Mijdarê de rakiribûn Necxweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bîngol 8 rojan li nexweşxaneyê hatibû tedawîkirin û piştî 8 rojan hatibû gotin wê di nav 15 rojan de rapora wê bê amadekirin. Zanîngeha Mêrsînê der barê Sisê Bîngol a 85 sali de rapor amade kiribû û gotibû "Ji sedî 97 fonksiyonên wê yê bedenê winda bûne, mayîna wê ya li girtîgehê ji bo jiyana wê talûke ye". Piştî zanîngeha Mêrsînê rapor amade kir û di 19'ê mijdarê de şand ji ATK'ê re. Piştî raporê Parêzerên Sîsê Bîngol searî li saziya Tipa Edlî (ATK) dan û xwest Sîsê Bîngol serbest bê berdan. Lê nûnerên ATK'ê piştî muayineyan der barê Bîngol de rapor amade kir. ATK'ê di raporê de got: "Hewl dide xwe xerab nîşan bide. Dikare li girtîgehê bimîne."
ATK'ê di raporê de destnîşan kir ku rewşa Sîsê Bîngol baş e û hişê wê li serê wê ye. Dîsa parast ku nebzê dilê wê baş davêje û ji ber bi Tirkî nizane muayineya oryantasyonê nehatiye kirin. ATK parast ku hevsengî û meşa wê asayî ye. Dema wê didin axaftin hewl dide xwe xerab nîşan bide. Ji xeyni şîkayetên wê yên hestiyarî defîsît ên norolojik nehatine dîtin."
'JI BER TI BITRÎ NIZANE TESPÎT NEHATINE KIRIN'
Di raporê de tê gotin ku ji ber Bîngol bi tirkî nizane, Şaxa Taktîkên Psikolojik piraniya testên nirxandinên psikometrik nekiriye. Di raporê de destnîşan dike ku dema bi wêre tê axaftin hatiye dîtin ku zimanê wê yê zikmakî Kurdî ye, ji ber bi tirkî nizane gelek test nehatine kirin."
'DIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE'
ATK, bêyî hemû test û muayineyan bike biryar da ku Bingol dikare li girtîgehe bimîne. ATK'ê li gorî muayineya 7'ê Çileya 2019'an parast ku rewşa wê ya giştî baş e. Dikare bi tena serê xwe tev bigere.
DI COTMEHA 2017'AN DE SIRGÛNÎ TARSÛSÊ KIRIN
Sîsê Bîngol di Nîsana 2016'an de li Gundê Gimgima Mûşê li male hat binçavkirin. Bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Mûşê. Di hezîrana 2016'an de hat berdan. Di danişîna ewil a Nîsana 2017'an de bi îdîaya ‘Alîkarî daye rêxistinê" 4 sal û 2 meh ceza lê birîn li gel kurê wê girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Bîngol, ji vir jî Şandin Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê. Sîse Bîngol mehek berî bikeve girtîgehê krîza dil derbas kir. Tedawiya wê di nivî de ma. Pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Ligel ku rapora wê ya nikare di girtîgehê de bimîne jî heye. Lê Wezareta Dadê guh nade raporê. Hevalên Sîse Bîngol ê di girtîgehê de pêdiviyên wê pêşwazî dikin. Hevalên wê yên girtîgehê kincên wê dişûn û lê mêze dikin. Sîse Bîngol di 4’ê Cotmeha 2017’an de bêyî ku agahî ji bo malbata wê bê dayîn sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dikin. Piştî hefteyek şûn de rayedarên girtîgehê agahî didin malbatê. Di ringê de sê rojan dihêlin. Ji ber ku girtîgeha lê dimîne durî malbatêye, ev demek dirêje malbata xwe nabîne. Êdî navê zarokên xwe jî ji bîr kirin e û her ku diçe rewşa wê xerabtir dibe.
MA / Aydın Atay